Polîsê bersûc wê beşdarî rûniştinê jî nebe

Polîsê bersûc wê beşdarî rûniştinê jî nebe

Doza Abdûllah Comert ê di berxwedana Gezî de ji aliyê polîs ve hat qetilkirin, destpêkê ji Hatayê rakirin Balikesîrê. Niha jî wê polîsê bersûc bêyî bê salona rûniştinê, li cihê lê ye îfadeyê bide.

Di doza Abdûllah Comert de ku bi hinceta "ewlekariyê" ji Hatayê rakirin Balikesîrê, bang li polîsê bersûc Ahmet Kûş nehat kirin ku beşdarî rûniştinê bibe. Polîs Kûş ê bi qetilkirina Comert bi bombeya gazê tê sûcdarkirin, li dadgeha bajarê lê ye wê bi sîstema SEGBÎS tevlî rûniştinê bibe. Parêzer Hatîce Can nerazîbûn nîşanî vê rewşê da û diyar kir ku divê bersûc bê girtin.

Lêpirsîna bûyera qetilkirina Abdûllah Comert, ku di 3'ê Hezîrana 2013'an de di pêvajoya berxwedana Gezî de li navçeya Antakya Armûtlûyê bi bombeya gazê ya polîsa a li serî ket jiyana xwe ji dest da, dirêj dewam dikibû û di encama lêprisînê de der heqê polîsê bersûc Ahmet Kûş de ji ber sûcê "bi zanebûneke gengaz mirov kuştiye" doz hatibû vekirin.

JI HATAYÊ RAKIRIBÛN BALIKESÎRÊ

Lê belê doz li ser daxwaza polîse bersûc, ji 2. Dadgeha Cezayê Giran a Hatayê rakiribûn 2. Dadgeha Cezayê Giran a Balikesîrê.

Rûniştina destpêkê ya dozê wê di 4'ê Mijdarê saet di 14:30 de destpê bike.

Parêzera malbatê Hatîce Can da xuyakirin ku li şûna bang li polîsê bersûc Ahmet Kûş bê kirin ku di rûniştinê de amade be, biryar hatiye dayîn ku li cihê wezîfeya wî ya nû li Mersînê di dadgeha cezayê giran de bi sîstema SEGBÎS'ê lêpirsîna wî bê kirin.

Parêzer Can ragihand ku ji ber doz rakirina Balikesîrê malbata Comert hatiye mexdûrkirin û got, "Malbata Comert ji bo lêgerîna edaletê wê ji Antakyayê 1.300 kîlometre bikeve ser rê û neçar bimîne biçe Balikesîrê."

Parêzer Hatiye Can bibîr xist ku der heqê polîsê bersûc de ji sûcê "bi zanebûna gengaz mirov kuştiye" doz hatiye vekirin û destnîşan kir ku divê ji sûcê "bi zanebûn mirov kuştiye" doz bê vekirin û xwest, bersûc Ahmet Kûş bi awayekî girtî bê darizandin.

Parêzera malbata Comert Hatîce Can her wiha destnîşan kir ku divê amîrên polîsan ên ferman dane jî werin darizandin.