Polîsan li Stenbolê bi ser gelek malan de girt

Polîsan li Stenbolê bi ser gelek malan de girt

Polîsan li Stenbolê bi ser gelek malan de girtin. Di encama serdagirtinan de gelek kes hatin binçavkirin.

Li Stenbolê polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Polîsan li Taxa Mahmutpaşa ya Semta Okmeydani de di serdagirtina malê de deriyê malê şikand. Piştî ku polîs ketin malê bi hinceta tevlî çalakiya molotofê bûye kesek binçav kirin. Navê kesê ku hat binçavkirin nehat zanîn û polîsan li gelek deverên din jî bi ser malan de girtin û gelek kes hatin binçavkirin.