Polîsan li Îzmîrê êrîşê xwendekarên Kurd kir: Bi dehan binçavî

Polîsan li Îzmîrê êrîşê xwendekarên Kurd kir: Bi dehan binçavî

 Polîsan êrîşê li xwendekarên kurd ên li Fakulteya Perwerdehiyê ya Bucayê ya Zanîngeha Dokuz Eylulê êrîşên “ulkucuyan” şermezar dikirin kir û bi dehan xwendekar binçav kirin. Pevçûnên di navbera xwendekar û polîsan de berdewam dikin.

Polîsan mudaxele li xwendekarên kurd ên li Fakulteya Perwerdehiyê ya Bucayê ya Zanîngeha Dokuz Eylulê çalakî li dar dixistin kir û bi dehan xwendekar binçav kirin.

Xwendekarên kurd ên duh li Fakulteya Perwerdehiyê ya Bucayê standa rojnameyên Azadiya Welat û Ozgur Gundemê vekirin rastî êrîşa ulkucuyan (nijadperestên Tirk) hatibûn.

Xwenedekarên kurd ev êrîş şermezar kirin. Polîsan êrîş li çalakiya li ber Fakulteya Perwerdehiyê pêk hat kirin û xwendekaran jî bi keviran bersiva polîsan da. Di mudaxeleyê de nêzî 50 xwendekar hatin binçavkirin û 20 xwendekar jî ji aliyê polîsan ve li avahiya Hasan Alî Yucel a di nava kampusê de asê kirin. Di avahiyê de 2 xwendekar birîndar bûn. Pevçûnên di navbera xwendekar û polîsan de pevçûn berdewam dike.