Polîsan ji niha ve Taksîm dorpêç kirin
Rejîma AKP'ê ji bo nehêle 1'ê Gulanê cejna karker û kedkaran li Taksîmê were pîrozkirin, bend danî nava kolanan.
Rejîma AKP'ê ji bo nehêle 1'ê Gulanê cejna karker û kedkaran li Taksîmê were pîrozkirin, bend danî nava kolanan.
Komîteya Amadekar a 1'ê Gulanê, ji bo 1'ê Gulanê Cejna Karkeran li Taksîmê pîroz bike serî li rayedaran dabû. Lê belê daxwaza wan nehate qebûlkirin. Di nava komîteyê de Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB) û Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) cih digirin.
Piştî ku serlêdan hate redkirin, sendîkayan biryar dan ku 1'ê Gulanê li qada Pazarê ya Bakirkoyê pîroz bikin.
Ji bo 1'ê Gulanê hîn sê roj hene, lê belê polîsên Tirk ji niha ve Taksîm dorpêç kirine.
Polîsên rejîmê ji bo qada Taksîmê dorpêç bikin bend danîn ser rê û kolanên berê wan li qadê ne.