Polîsan girtin ser avahiya HDP’ê ya Sancaktepeyê

Polîsan girtin ser avahiya HDP’ê ya Sancaktepeyê ya Stenbolê û li vê derê 16 kes destgîr kirin.

Li Stenbolê polîsan girtin ser avahiya navçeya Sancaktepeyê ya HDP’ê. Hevseroka navçeya Sancaktepeyê Îlknûr Yûsûfoglû û rêveberê HDP’ê yê bajêr ê Stenbolê Nevzat Kiliç jî di nav de herî kêm 16 kes hatin destgîrkirin.

Polîs lêgerîna di nava avahiyê de didomînin û destûrê nadin ku kes xwe nêzî avahiyê bikin. Li gorî agahiyên ku hatine stendin polîsan îxbara ‘posterên derzagonî lê hene’ stendine û ji ber vê îxbarê bi ser avahiyê de girtine.