Polîsan êrîşî xwendekaran kirin
Polîsan êrîşî xwendekaran kirin
Polîsan êrîşî xwendekaran kirin
Xwendekarên li Zanîngeha Abant Îzzet Baysal çalakiya rûniştinê kirin, rastî êrîşa polîsan hatin, 40 kes hatin binçavkirin.
Xwendekarên Zanîngeha Abant Îzzet Baysal ên li Navenda Aktîvîte ya di nav Kampûsa Golkoy de li hember êrîşên nîjadperestî, lêpirsînên bêhiqûq û cezayan çalakiya rûniştinê dikirin, rastî êrîşa polîsan hatin. Polîsên ku ketin nav kampûsê bi copan û gaza îsotan êrîşî xwendekarên ku çalakiya rûniştinê dikirin kirin.
40 xwendekar hatin derbkirin û hatin binçavkirin. Hat zanîn ku hin xwendekarên, li hember êrîşa polîsan, bertek nîşan dan, rastî mûdaxaleya polîsan hatine. Hat hînbûn ku xwendekar hatine kelepçekirin û birine Midûriyeta Polîsan a Bolu.