Polîsan êrîşî xizmên girtiyan kir

Ji bo ku balê bikşînin ser binpêkirinên mafên girtiyan xizmên girtiyan xwestin li pêşiya Edliyeya Çaglayanê daxuyaniyê bide. Polîsan êrîşî daxuyaniyê kir û 5 kes destgîr kir.

Ji bo ku balê bikişînin Sser binpêkirinên mafên girtiyan û rewşa girtiyên nexweş, xizmên girtiyan xwestin li pêşiya Edliyeya Çaglayanê daxuyaniyê bidin. Polîsan êrîşî daxuyaniyê kir.

Beriya ku daxuyanî were destpêkirin polîsan dora Masal Cafe ya ku xizmên girtiyan lê rûniştibûn girt. Polîsan bangî zabiteyan kir û kursî dan rakirin.

Ji bo hinceta qedexeya çalakiyê jî biryara qaymakamtiya Kagithaneyê hate nîşandan.

Hevseroka HDP’ê ya navçeya Kartalê Aygul Sîncar Karataş jî di nav de 5 kes hatin destgîrkirin.

Ji ber ku kursî bi awayekî kêfî hatin rakirin, xwediyên kafeyê ketin qirika zabiteyan.