Polîsan êrîşî kedkarên li Beşîktaşê kirin: Gelek kes birîndar bûn - HAT NÛKIRIN
Li Beşîktaşê polîsan bi bombeyên gazê êrîşî kedkaran kirin. Ji ber êrîşê gelek kes birîndar bûn û hatin binçavkirin
Li Beşîktaşê polîsan bi bombeyên gazê êrîşî kedkaran kirin. Ji ber êrîşê gelek kes birîndar bûn û hatin binçavkirin
Kedkarên bi pêşengiya DÎSK, KESK, TMMOB û TTB li Beşîktaşê civiyan, ji bo pîrozkirina 1'ê Gulanê xwestin ber bi Taksîmê ve bimeşin. Lê belê karker û kedkar li êrîşa bi bombeyên gazê ya polîsan rast hatin.
Ji ber êrîşa polîsan a bi bombeyên gazê û ava şid gelek kes birîndar bûn û hatin binçavkirin.
Extiyarekî ku nexwest çelenga di destê xwe de deyne, ji ber êrîşa polîsan ji ser hişê xwe çû.
Êrîşa polîsan a li hemberî kedkarên li kolanan belav bûne, hînê dewam dike.