Polîsan êrîşî daxuyaniya li Stenbolê kir- NÛ BÛ

Bi armanca balkişandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ji bo tenduristî û ewlehiya wî, Platforma Saziyên Demokratîk li Qada Kalkedon a Kadikoyê xwestin daxuyaniyekê bidin lê polîsan êrîşî daxuyaniyê kirin.

Hevserokên HDP’ê yên Stenbolê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek jî di nav de herî kêm 6 kes hatin binçavkirin.

Platforma Saziyên Demokratîk ên Stenbolê bi armanca balkişandina tecrîd, tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin ku li Qada Kalkedon a Kadikoyê daxuyaniya girseyî bidin, lê polîsan êrîşî girseya gel kir.

Polîsan destûr nedan ku girse li hev bicive,Hevserokên HDP’ê yên Stenbolê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek jî di nav de herî kêm 16 kes hatin binçavkirin.

Platforma Saziyên Demokratîk ên Stenbolê bi armanca balkişandina tecrîd, tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xwestin ku li Qada Kalkedon a Kadikoyê daxuyaniya girseyî bidin, lê polîsan êrîşî girseya gel kir.

Polîsan destûr nedan ku girse li hev bicive, her wiha polîsan Hevserokên HDP’ê yên Stenbolê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek jî di nav de gelek kes binçav kirin. Piştî ku girse ber bi avahiya HDP’ê ya Kadikoyê bi sloganan meşiya, polîsan yek jê jin 3 kes binçav kir.

Ji bo serbestberdana kesên hatine binçavkirin parlementerê HDP’ê Erdal Ataş bi gerînendeyên polîsan re hevdîtinek pêk anî.