Polîsan êrîşî çalakiya protesto kirina binçavkirinan kir
Polîsan êrîşî çalakiya protesto kirina binçavkirinan kir
Polîsan êrîşî çalakiya protesto kirina binçavkirinan kir
Bi armanca protesto kirina operasyonên 18’ê Çileyê hemxwest li heft bajaran pêkhat û di nav de parêzer jî heyî nêzî 100 kes hatin binçavkirin, girseya ku Ii ber Midûriyeta Polîsan ya Stenbolê çalakiya protestoyî pêkanîn, polîsan êrîşî girseyê kir.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, komekî li ber Midûriyeta Polîsan kombûyî, dema ku binçavkirin protesto kirin û xwest demek ji demekê zûtir binçavkirî bêne berdan. 50 Endamên Cepheyê Gel ku li ber avahiya polîsan ya li ser Cadeya Vatanê kombûn pankartên “Li rexmî binçavkirin û pêkûtiyan em dê milyonan rêxistin bikin” vekirin, sloganên “Pêkûtî me bêzar nakin”, “Îşkence kirin bê şereftiye”, “Grûpa Yorûm gele, nayê zindan kirin” qîriyan.
Di encama êrîşê de ji endamên TAYAD’ê Husnu Yildiz birîndar bû û rewşa wî nebû, li ser vê yekê endamên Cepheyê Gel bertek nîşanî polîsan da û cara duwemîn rastî ava bişit hatin.
Dema ku çalakvan belavbûn, li ser Cadeya Vatan di navbera çalakvan ûpolîsan de pevçûnê rû da.
Çalakvanên ku ji Cadeya Vatan derbazî Cadeya Akdenîzê bûn pankarta “Li rexmî binçavkirin û pêkûtiyan em dê milyonan rêxistin bikin” vekirin û rê li trafîkê girtin. Piştî ku polîsan careke din êrîşî komê kir, kom belavî nava kolanabûn.