Polîsan êrîşî çalakiya ji bo Gulmen û Ozakça kirin: 18 kes binçav

Li Hatayê polîsan êrîşî çalakiya protestoyê ya ji bo girtina Akademisyen Nûriye Gulmen û Mamosta Semîh Ozakça hate lidarxistin kirin, 18 kes binçavkirin.

Hêzên Demokrasî û Kedê ya Antakyayê (AEDG), bi armanca protestokirina girtina Akademisyen Nûriye Gulmen û Mamosta Semîh Ozakça xwestin  li Qada Koprubaşiyê daxuyaniya çapemeniyê bidin. Beriya daxuyaniyê polîsan Rêya Sarayê dorpêçkir û hemû rêyên ku dihatin Qada Koprubaşiyê girtin. Kedkarên ku li pêş avahiya Şaxa Egitim Senê heta Qada Koprubaşiyê bimeşin polîsan êrîş kir û 3 kes binçavkirin. Kedkarên ku piştre li Qada Koprubaşiyê civiyan, polîsan cara dueymîn êrîş kir, 15 kes binçavkirin.

Kedkar li pêş avahiya şaxê rawestayine. Polîs jî li Rêya Saray û Qada Koprubaşiyê sekinîne.