Polîsan êrîşî bîranîna ji bo Kader Ortakaya kirin

Polîsan êrîşî bîranîna ji bo Kader Ortakaya kirin

Bi sedan kesên ji bo qetilkirina Kader Ortakaya şermezar bikin meşiyan avahiya AKP'ê ya Kadikoyê. Polîsan mudaxaleyî komê kir û ciwanan jî bersiv da polîsan.

Meclîsa Ciwanên HDK'ê ya Kadikoyê, ji bo qetilkirina Kader Ortakaya şermezar bikin li ber avahiya HDP'ê ya Kadikoyê kom bûn û heta avahiya AKP'ê meşiyan. Di meşê de Parlamentera HDP'ê ya Stenbolê Sebahat Tuncel, hunermendên NÇM'e jî piştgirî dan meşê. Komê di meşê de pankarta "Dewleta qatîl wê hesab bide" vekir û sloganên "Kader Ortakaya nemir e", "Bijî biratiya gelan" û "Bijî berxwedana YPG" gotin. Koma ku heta Parka Mehmet Ayvalitaş meşiyan, ji wir derbasî Peykerê Boga yê Kadikoy Altıyolê meşiyan. Li vir li ser navê Meclîsa Ciwanên HDK'ê Perîhan Koca, daxuyanî da. Koca, anî ziman ku ew ê ala rêhevala xwe ya şoreşê li erdê nehêlin.

Kom, piştî daxuyaniyê heta avahiya AKP'ê ya Kadikoyê meşiyan. Komê piştî dest bi meşê kir, polîsan bi guleyên plastîk, bombeyên gazê û ava şit mudaxale kir. Ciwanan jî bi fîşekên hewayî bersiv da polîsan. Di çalakiyê de nuçegîhana ANF'ê Zeynep Kuray rastî êrîşa fîzîkî û tehdîta polîsan hat.