Polîsan êriş birin ser xwendekarên Bogazîçiyê: 50 kes destgîr kirin

Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê ku li ber Edliyeya Stenbolê li hev kom bûn, bûn hedefa êrişa polîsan. Di encamê de nêzî 50 kes hatin destgîrkirin.

Li dijî tayînkirina rektor Melîh Bûlû ku ji aliyê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ve ji bo Zanîngeha Bogazîçiyê hate tayînkirin, çalakiyên şermezarkirinê dewam dikin. Doh gelek wendekar ji aliyê polîsan ve hatibûn destgîrkirin. Tê payin ku 24 ji wan xwendekaran sewqî dozgeriyê bên kirin. Xwendekarên hevalên wan jî xwestin têkildarî mijarê li ber Edliyeya Stenbolê daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Lê belê polîs bûn asteng û êrişî xwendekaran kirin. Polîsan nêzî 50 kes destgîr kirin û dîmenên li makîneyên rojnamevanan jê birin.

Qeymeqamtiya Kagitxaneyê çalakî û xwepêşandanên li edliye û derdora wê "qedexe" kir. Polîsan bi vê biryarê kafeyên li derdorê vala kirin.

Dorpêçiya polîsan û sekna xwendekaran dewam dike.