Polîsan êrîş birin ser ciwanên ku belavoka Pirsûsê belav dikirin

Li Enqereyê, ji bo bîranîna komkujiya Pirsûsê belavok hatin belavkirin, lê belê polîsan êrîş birin ser endamên rêxistina ciwanan ku li kolana Tûnûsê belavok belav dikirin.

Êrîşa polîsan êvara Şemiyê hate kirin û di encamê de 8 ciwan hatin destgîrkirin ku 4 jê endamên SGDF'ê ne.

Ciwanên hatine destgîrkirin: Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê û Hevberdevka Meclîsên Ciwanan Emîne Kaya, endama Desteya Rêveberiya Navendî ya SGDF'ê Denîz Bahçecî, endamên SGDF'ê Ecem Polat û Mûstafa Bayraktar, endamên Kolektîfên Xwendekaran Kemal Kaan Sıkık, Görkem Gocen, Tankût Serttaş û Dorû Nînsû.

Ciwanên hatin destgîrkirin, piştî demekê li qereqolê hatin hiştin, hatin berdan.