Polîsan êrîş bire ser çalakiya DBP'ê - NÛ BÛ
Polîsên Tirk êrîş birin ser çalakiya ku girtina Leyla Guven protesto kirin. Di çalakiyê de gelek kes hatin destgîrkirin.
Polîsên Tirk êrîş birin ser çalakiya ku girtina Leyla Guven protesto kirin. Di çalakiyê de gelek kes hatin destgîrkirin.
Rêxistina Navçeyê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), xwest ku geşedanên li Başûrê Kurdistanê û girtina Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li Meydana Metro ya Aksarayê ya Fatîhê ya Senbolê bi daxuyaniyeke çapemeniyê şermezar bike.
Beriya daxuyaniyê bi saetan polîsan qada ku wê çalakî lê bihata kirin şermezar kir. Wekîlên HDP'ê Salîha Aydenîz û Mûsa Pîroglu, Hevberdevaka HDK'ê Îdîl Ugurlu jî di nav de gelek kes ji bo çalakiyê hazir bûn.
Polîsên Tirk gotin ew ê destûr nedin çalakiyê, HDP'yiyan jî gotin ew mafê xwe yê demokratîk bi kar tînin. Hê nîqaş dom dikir polîsan êrîş anî ser çalakiyê, wekîl jî di nav de derb li gelek çalakgeran dan. Hevserokê Bajêr ên Stenbolê yên HDP'ê Elîf Bulut û Erdal Avci jî di nav de gelek kes hatin destgîrkirin.