Polîsan êrîş bir ser çalakiya protestokirina PDK’ê

Êrîşên PDK’ê, tevî êrîşa polîsan û destgîrkirinê hatin protestokirin û wiha hat gotin: ‘’Kes nikare rê li ber yekitiya Kurdan bigire.

HDP, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê, TJA, DBP, TÛAY-DER’a Egeyê, parlamenterên Partiya Çepên Kesk, xwest êrîşên PDK li gerîlayên azadiya Kurdistanê, li Alsancaka Îzmîrê protesto bikin. Polîsên Tirk êrîş kir.

Girseya parlamenterên Partiya Çepên Kesk Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Bûrcû Gul Çûbûk, Yilmaz Gun û Ceylan Akça jî di nav de, li ser rêyê li hev civiya û polîsan dor lê girt. Polîsan biryara qedexekirinê ya Walîtiya Îzmîrê kir hincet û çawa ku dest bi berzkirina dirûşmeyan hat kirin, girse derb kir û dest bi destgîrkirinê kir.

Girse ber bi Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ve dest bi meşê kir. Polîsan cardin ber lê girt. Parlamentera Partiya Çepên Kesk Gulîstan Kiliç Koçyîgît ku gava meşê axivî, got ku gava ew dixwazin PDK’ê şermezar bikin, polîsên AKP’ê derdikevin pêşiya wan û wiha axivî: ‘’We nehişt em mafê xwe yê qanûnî bi kar bînin, niha jî hûn dixwazin ber li meşa me bigirin. Derdê wê çi ye? Hûn çi ji PDK’ê hez dikin!? Parastina PDK’ê bi we maye? Kes nikare ber li yekitiya Kurdan bigire.’’

PIR KES HATIN DESTGÎRKIRIN

Bi belavbûna girseyê re xebatkarên çapemeniyê jî ji der û dora parlamenteran ku dixwest daxuyaniyê bidin, hatin dûrkirin. Polîsan dor li parlamenteran girt û endamên çapemeniyê derb kirin.

Hevserokên HDP’ê yên Îzmîrê Berna Çelîk û Çinar Altan û Dayikên Aştiyê û pir kesên din hatin destgîrkirin.

Polîsan parlamenterên Partiya Çepên Kesk Ceylan Akça, Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Bûrcûgul Çûbûk, Yilmaz Hûn û girseyê bi wan re ku xwest pêkanîna kêfî protesto bikin, bi mertalan derb kirin.