Polîsan di ser Odeya Mîmaran de girt

Polîsan di ser Odeya Mîmaran de girt

Polîsên AKP’ê bi hinceta ku di depopya Şaxa Enqere ya Odeya Mîmaran de “pirtûkên korsan” têne weşandin, serdegirt. Serokê Odeya Mîmaran Eyûp Mûhçû bertek nîşanî serdegirtinê da û got: “Dixwazin Odeyê têkbibin û bê îtîbar bikin.

Polîsên ku di ser Şaxa Enqere ya Odeya Mîmaran de girt, bihinceta ku weşan bêbandrolin dest danîne ser.Serokê Odeya Mîmaran Eyûp Mûhçû ji Bianetê re axivî û diyarkir ku, “ ji ber sedema weşanên korsan tê kirin, di depoyê de lêgerîn tê kirin. Di depoyê de ti pirtûkên korsane tune ne. Di depoyê de tenê pirtûkên ji sempozyûm, çalakî û ji bo perwerdeya endaman bi armanca perwerde dayînê hene. Weşanên ku bêbedel dihatin bilavkirin hene.

Mûhçû da zanîn ku, qebûlnekir ev weşand bêbandrolin û got: “Yek ji armancên odeyê perwerde dayîne, vê jî bêpere dike. Weşanên korsan hincet nîşan didin, dixwazin bivan operasyonan têk bibin û bê îtîbar bikin.”

Sala borî di meha Tebaxê de li Şaxa Enqere ya Odeyên Mîmaran de, di bin du sendelyeyan de cîhazên guhdarkirinê hatibûn dîtin.