Polîsan bi ser mala Osman Şenyaşar de girtin
Polîsan bi ser mala Osman Şenyaşar girtin yê ku kekê wî û biraziyên wî ji aliyê xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin û gefên kuştînê lê hatibûn xwarin.
Polîsan bi ser mala Osman Şenyaşar girtin yê ku kekê wî û biraziyên wî ji aliyê xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin û gefên kuştînê lê hatibûn xwarin.
Polîsan bi ser mala Osman Şenyaşar girtin yê ku kekê wî Haci Esvet û biraziyên wî Adil û Celal ji aliyê xizmên parlamenterê AKP’ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin û gefên kuştînê lê hatibûn xwarin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin polîsan roja şemiyê bi ser mala Şenyaşar de girtine û ji ber ku Şenyaşar li derveyî bajar bûye, nehatiye destgîrkirin.
Şenyaşar têkildarî mijarê axivî û diyar kir ku polîsan di serdegirtina malê de hemû alavên wî yên elektronîk desteser kirine û piştî vê telefonî wî kirine û ji bo îfadeyê ew vexwendine qereqolê. Şenyaşar destnîşan kir ku polîsan jê re gotiye heke neçe îfadedayînê wê derbarê wî de biryara girtinê bê dayîn.
GEFA KUŞTINÊ
Şenyaşar bi lêv kir ku sedema serdegirtina mala xwe hîn nebûye û nedîtina kujerên keke xwe û zarokên wî û bi bîr xist û berteke nîşanî rayedarên dewletê da. Şenyaşar her wiha bi bîr xist ku hê derbarê Faîk Yildiz ku gefa kuştinê li wî xwariye jî tu muamele nehatiye destpêkirin.
Osman Şenyaşar heftaya borî ji ber ku Faîk Yildiz gefa kuştinê lê xwaribû, çûbû edliya Rihayê û giliyê Yildiz kiribû.