Polîsan bi ser mala nûçegihana MA’yê  Rûken Demîr de girtin

Lî Îzmîrê polîsan serê sibê  bi hinceta biryara lêgerînê heye bi ser mala nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) yê Rûken Demîr de girtin.

Li gorî nûçeya MA’yê polîsan seat 05:00’an bi ser mala Rûkem Demir a li Îzmîrê de girtin.

Di serdegirtinê de Demîr ne li mal bû û nêzî 2 saetan li malê lêgerîn pêk hat.

Diyar bû serdegirtin bi hinceta di çarçoveya lêpirsînek de biryara lêgerînê heye bi ser malê de girtin û polîsan dest danîn ser komputer û hin pirtûkan.

Tirkiye bi rejîma AKP’ê re ji bo rojnamevanan veguheriye cihê talûkê û di cîhanê de bûye girtîgeha herî mezin.

Li gorî Platforma Piştevaniya Rojnamegerên Girtî (TGDP) 219 rojnamegerên girtî di girtîgehên Tirkiyeyê de ne.