Polîs nahêlin HDP'yî bikevin hundirê Girtîgeha Kandirayê
Heyeta HDP'ê dixwaze Yuksekdag û parlamenterên girtî li Girtîgeha Kandirayê ziyaret bike, lê polîsên Tirk nahêlin.
Heyeta HDP'ê dixwaze Yuksekdag û parlamenterên girtî li Girtîgeha Kandirayê ziyaret bike, lê polîsên Tirk nahêlin.
Buroya Çapemeniyê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniyeke nivîskî weşand û diyar kir, serdana wan a ji bo Hevseroka Giştî Fîgen Yuksekdag û parlamenterên girtî yên li Girtîgeha Kandirayê tê astengkirin.
Heyeta ji Alîkara Hevserokên Giştî ya ji Mafên Mirovan û Hiqûqê Berpirsyar Aysel Tûglûk, Cîgira Serokê Koma HDP'ê Çaglar Demîrel û parlamenter Mahmût Togrûl, Dirayet Taşdemîr, Alî Atalan û Îbrahîm Ayhan, li pêşiya girtîgeha Kandirayê ji aliyê polîsan ve hate astengkirin. Polîs nahêlin heyet bikeve hundirê girtîgehê.