Polîs hevjîna xwe kuşt

Polîs hevjîna xwe kuşt

Li Edîrneyê polîs hevjîna xwe ya hemşîre li hewşa nexweşxaneyê da ber guleyan û kuşt.

Şevê din li derdora demjimêr  21.30'an li baxçeyê Nexweşxaneya Dewletê ya Edîrneyê polîsê girêdayî Şaxa Trafîkê ya Midûriyeta Polîsan hevjînaa xwe ya hemşîre li hewşa nexweşxaneyê da ber guleyan û kuşt.

Polîs Necip Donmez, beriya ku doz îro li Dadgeha Malbatê ya Edîrneyê bê dîtin, hevjîna xwe ya hemşîre Nurcan Donmez da ber guleyan û kuşt. Necip Donmez piştî hevjînaa xwe Nûrcan Donmez kuşt, xwest întîhar bike. Polîsê gule berda xwe birîndar bû. Hevjîna polîs jî li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Nurcan Donmez derbarê hevjînê xwe de doz vekiribû û îro rûniştina wan a dozê dê li Dadgeha Malbatî ya Edîrneyê bihata dîtin.