Gergerlîoglû yê HDP’î hate girtin

Polîsên ku çûn mala Parlementerên HDP’ê yê Kocaelî Omer Farûk Gergerlîoglû ku wekîltiya wî hatibû betalkirin, rê nedan ku pêlava xwe jî bike lingê xwe, lezûbez girtin.

Parlementerê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû niha ji aliyê polîsên ku avêtin ser malê, ve bi lezûbez girtin.

Deh rojên ji ber zelalbûna cezayê Parlementerê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû hatibû dayîn qediya. Gergerlîgolû yê diyar kir ku ew ê teslîm nebe, diyar kir ku wê li mala xwe be. Li ser vê yekê polîsan avêtin ser malê.

Kurê Gergerlîoglû Salîh Gergerlîoglû li ser hesabê xwe yê Twîtterê daxuyaniyek da û got: “Rezale xwe nû kir. Rê neda ku pêlava xwe jî bixe lingê xwe, derxistin birin.”

Salîh Gergerlîgolû li ser lezûbez derxistina bavê xwe jî ‘Wêneyê Zordariyê’ parve kir.

GERGERLÎOGLÛ: TÊKOŞÎN WÊ BIDOME

Gergerlîoglû dema ku polîs li ber derê malê ji bo girtina wî hatibûn, tevlî weşanek zindî bû û got: “Ev zilm wê rojekê teqez bi dawî bibe. Niha bila bê zanîn ku hêviyên aştiyê yên vî welatî tên tinekirin. Ji ber ku me tiştên rast gotin, wekîlên gelê xwe bûn tên cezakirin. Min rûmeta vî gelî li bin lingan nedaye, nadim jî, wê têkoşîn bidome. Rojekê ezê teqez vegerim. Vengerim jî ez li girtîgehê jî bim, ez wekîlê gel im. Ev çîrok wê li vir neqede. Ev zilm wiha dom nake. Soza min li meclîsê dayî dubare dikim; Berxwedan jiyan e.”