Polîs cenazeyê Gokçek dibin Kayseriyê
Derket holê ku polîsên ku cenazeyê endamê Grûb Yorûm Îbrahîm Gokçek ê ji berxwedana rojiya mirinê de şehîd bûbû ne daye malbatê, li gel polîsan dibin Kayseriyê.
Derket holê ku polîsên ku cenazeyê endamê Grûb Yorûm Îbrahîm Gokçek ê ji berxwedana rojiya mirinê de şehîd bûbû ne daye malbatê, li gel polîsan dibin Kayseriyê.
Cenazeyê endamê Grûb Yorûm Îbrahîm Gokçek ê piştî rojiya mirinê ya di roja 323’an de navber da, bi 2 rojan û şûnde li nexweşxaneya lê dihate dermankirin şehîd ket ku ji aliyê polîsan ve hatibû revandin nedane malbatê, dibin Kayseriyê.
Li gorî nûçeya Ajansa Mezopotamya (MA) yê, wesayîta cenaze ku ji Stenbolê ketibû rê ku hatibû gotin wê li Tuzlayê bidin malbatê hê nedane malbatê. Parêzerê Gokçek ê ji Buroya Hiqûqaê ya Gel Ayşegul Çagatay a ji MA’yê re axivî got: “Hate gotin ku wê cenazeyê Îbrahîm ji derketina Stenbolê radestî malbatê bikin. Lê radest nekirine, li gel du wesayîtên polîsan bê rawestandin dibin.”
Çagatay destnîşan kir ku polîsan rê nedan ku malbat cenaze bigire, tevî ku hate gotin ku wê li Adapazarê radestî wan bikin, lê weke ku birevînin li gel wesayîtên polîsan dibin, malbat jî neçar wesayîta cenaze dişopînin. Çagatay got: “Dayik û bavên Îbrahîm bi temenin û tevî vê jî 12 saet in bê rawestan rêya 12 saetan diçin. Malbat parêzer fikarên wan hene ku bê deng cenaze defin bikin. Li Kayseriyê bagnên komên faşîst û gefên wan hebûn.
Çagatay ji ber revandina cenaze bi gotina ‘Em di meha Remezanê de ne. Dibêjin em Misilman in, lê ya tê kirin ne li gorî ti wijdanê ye.’ nerazîbûn nîşan da.