Polîs bombeyên gazê diavêjin nava malên li Hasarli

Li navçeya Amed Sûrê, qedexeya derketine derve dewam dike. Polîsên Tirk li Taxa Hasarli bombeyên gazê diavêjin nava malan û dema mirovên sivîl ji ber gazê ji malên xwe derdikevin, vê carê jî polîsên tîmên taybet guleyan li wan direşînin.

Li Taxa Hasarli ya navçeya Amed Sûrê, êrîşên polîsên tevgera taybet didomin. Li navçeyê qedexeya derketina derve dewam dike. Heyeta ji parlamenteran a ji bo çareserkirina pirsgirêkek li pêşiya taxê ji herêmê derket, destûr nehat dayîn ku li taxê vegere.

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Ziya Pîr da xuyakirin ku ew li cihekî gelekî nêzî herêma pevçûnê bû û rewşa li taxê ya heta saet 14'an vegot: "Saet di 12:30 de 5 ambûslans, dûre jî 3 ambûlans ketin nava taxê. Gotin ku 3 je giran 7 polîs birîndar bûne. Di teqînê de her wiha 2 sivîl birîndar bûn. Lê belê ji duh bi şev û vir ve der barê rewşa sivîlên birîndar de ti agahî negihaştine ber destê me. Ji ber ku nahêlin sivîlên birîndar ji taxê bên derxistin. Her wiha nahêlin ambûlans bikevin hundirê taxê. Li gorî agahiyan, segvanan gelek mirov ji lingê wan birîndar kirine."

Ji saet 09:30 heta saet 13:00, pevçûneke dijwar qewimî, dengê çekan û bombeyan dihat. Niha hinekî ev deng kêm bûye, lê car carna tê.

Li taxê derketina derve qedexe ye, lê belê polîs bombeyên gazê diavêjin nava malan. Mirov ji ber gazê ji malê derdikevin, lê vê carê segvan guleyan berdidin wan. Segvan guleyan berdidin her tiştê li kolanê dilive."

Pîr anî ziman ku weke HDP ji bo mirov neyên kuştin ew di nava hewldanan de ne û got, "Li gorî me, ti pirsgirêk li Tirkiyeyê bi mirinan çareser nabe."

'POLÎS BI ARMANCA TOLGIRTINÊ TEVDIGERE'

Pîr diyar kir ku polîs bi hinceta “girtina xendekan” dixwazin bikevin taxan û got: “Lê mijara girtina xendekan derbas bû. Mînak polîsekî aşkera got, ‘Du hevalên me şehîd ketin. Wê yek bê kuştin’ Aşkera ye ku polîs bi armanca tolgirtinê tevdigere. Divê dewlet ne li pey tolê be.” 

Parlamenterê HDP’ê Ziya Pîr, bi bîr xist ku polîsan çek lê kişandine û wiha dewam kir: “Di vê rewşê de mirov nikare li benda tevgereke rasyonel be. Yek di navbera polîsen li nuqteyên kontrolê û polîsên dikevin nav pevçûnan de ferq heye. Yên dikevin nav pevçûnan wek DAIŞ’iyan êrîş dikin. Ji bo wan sivîl an jî kesên bi çek ferq nake. Her kesê dikeve pêşiya wan dikarin bikujin. Hevalê me yê serê sibehê heyet dişopand bi guleyê birîndar bû.”