Polîs bi saetan e li avahiya ETHA lêgerînê dike

Polîs bi saetan e li avahiya ETHA lêgerînê dike

Piştî danê sibê polîsên Tirk girtin ser malên rêveber û endamên ESP’ê, Rojnameya Atilim û xebatkarên Ozgur Radyo û Ajansa Nûçeyan a  ETHA û nêzî 70 kes hatin binçavkirin, polîs bi saetan e li avahiya Ajansa Nûçeyan a Etkîn (ETHA) lêgerînê dike. Di çarçoveya operasyonê de  polîsên girtin ser mala Midura Nûçeyan a ETHA û edîtora  ETHA û muhabîra  ANF’ê  Arzu Demîr tevî der barê wan de biryara binçavkirinê nîn e jî ji aliyê polîsan ve hatine girtin.