Platforma Jinan a Tamara: Banga hestyariyê li gel dikin

Platforma Jinan a Ax Tamara ya Wanê şidet û îstismara di rojên dawî ya li dijî zarokan zêde bûyî de bi daxuyaniyekê protesto kirin.

Hevseroka DBP’ê ya Wanê Ayla Tarhan, Hevseroka HDP’ê ya bajar Yadîşen Karabûlak, Endamên PM’ê yên HDP’ê Zahîde Basî, Zella Yerlîkaya, Hevberdevka Şaxa OHP’ê ya Wanê Dîlan Kût, hevşaredara Artemêtanê Rojbîn Sevîl Çetîn a li şûna wê qeyûm hate wezîfedarkirin û endamên platformê tevlî civîna çapemeniyê ya li Şaxa KESK’ê ya li Wanê hate lidarxistin bûn.

Berdevka Platforma Jinan a Ax Tamara ya Wanê Ekîn Yeter di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got: “Her roja diçe nûçeyên nû yên li dijî zarok û jinan, ji rastiya civakê dûr, her diçe zêde û belav dibe, her ku diçe ji nirxên mirovahiyê dûr dikeve, ketiye rewşekî pir xeternak û metirsîdar re rû bi rû ne.”

Yeter got: “Tenê di meha Hezîranê de destdirêjî 24 zarokan hatiye kirin. Ji bo famkirina vê hêrsê û çareseriya wê divê bi gotûbêjên baş bên kirin.”

Yeter a daxwaz kir ku divê mafê gerdûnî û peymanên navneteweyî yên zarokan bi bandor bên pêkanîn û daxwaza bi Belgekirina Stratejiya Koordînatora Xizmeta Parstina Zarokan bê pêkanîn.

Yekter got: “Pêwîstî bi sîstemeke ku bûyerên zarokan bişopîne heye” û wiha pêde çû: “Divê ji roja dayikbûnê heta asta dibistan û têkiliyên malbatî yekpareyî bê destgirtin. Xeleka şidet û destdirêjî û destavêtin enceq bi vî awayî dikare bê şikandin. Divê berpirs neyên parastin, dawî li bê cezayiyê bê anîn, ji ber rewşa baş kêmkirina ceza bê bidawîkirin. “

Herî dawî Yeter got: “Ji bo bidawîkirina van kiryarên derveyî mirovî ya li ser zarokan banga li wijdana gel dikin.”