BI DÎMEN

Platforma Gelên Ewropayê li Viyanayê li hev civiya

Platforma Gelên Ewropayê li kampusa Zanîngeha Viyanayê li hev civiya. Çalakiya ku wê sê rojan dewam bike, bi navê 'Em ji nû ve bibin xwedî înîsiyatîf' tê lidarxistin.

Bi banga Akademiya Modernîteya Demokratîk (ADM) piştî amadekariya salekê Platforma Gelên Ewropayê li Viyanayê li hev kom bû.

Ji zêdeyî 30 welatên Ewropayê, ji zêdeyî 160 rêxistin, kom, tevger, tor û komeleyan nêzî 700 delege tevlî bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, aktîvîst bi pankarta bi nivîsa "Jiyana ku tê xwestin ne bi mûcîzeyan lê bi şoreşê pêk tê" ku gotina Rêber Apo ye derketin ser dikê û silav dan gel.

Piştre hunermend Rojda Têkoşîn Dandara û koma Evîna Welat a govendê hunera xwe pêşkêş kirin.

Piştî çalakiya çandî, Berdevkê Têkiliyên Derve yê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Adem Ûzûn di destpêka platformê de axivî.

Ûzûn anî ziman ku Platforma Gelan a Ewropayê ku bi dirûşma 'Ji nû ve bibe xwedî înîsiyatîf' tê lidarxistin, ji ber pêwîstiya bi parvekirina tecrûbeyên têkoşîna li dijî hêzên zordar û lêgerîna li jiyaneke azad, pêk tê.

Adem Ûzûn ragihand ku hevsengiyên berê hildiweşin û got, di demên bi vî rengî de ku hevsengiyên nû têne avakirin, demên derbasbûnê yên girîng in ku veguherîninên stratejîk lê dibin.

Adem Ûzûn mînakên şer, zilm û berxwedanên li deverên cuda yên cîhanê da û got, "Pêwîstî bi polîtîkayên pratîkî yên şênber heye ku bi civakê re di nav hev de ne. Li dijî sîstemê ji bo têkoşînên azadî û demokrasiyê pêwîstî bi şêweyên rêxistinî heye. Di heman demê de divê bi rengê demokratîk û konfederal têkiliyê bi hev re dînin. Tenê bi rêya tifaqên demokratîk ên piralî bersiveke bi bandor ji kaos û krîzên piranî re bê dayin."

Adem ûzûn destnîşan kir ku Platforma Gelan a Ewropayê hewldaneke girîng e û got, "Ji bo xwegihandina armancên xwe, karê hevpar û yekîtiya hêzên pêşverû ya di asta herêmî de girîng e. Bi teşwîqkirina hevkariya navbera têkoşînên xwecihî re em dikarin hêzeke kolektîf a ji bo avakirina tevgera antî kapîtalîst a berfireh biafirînin. Belê piraniya we xwedî wê motîvasyonê ne ku ji nû ve bibin xwedî înîsiyatîf."

Piştî axaftina destpêkê ya Adem Ûzûn bernameya çandî destpê kir.