PKK: Em Newrozê veguherînin Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo
Komîteya Rêveber a PKK’ê, xwest pîrozbahiyên Newrozê yên bi coş ên ku wê li her qadê bên lidarxistin, veguhere çalakiyên herî xurt ên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.
Komîteya Rêveber a PKK’ê, xwest pîrozbahiyên Newrozê yên bi coş ên ku wê li her qadê bên lidarxistin, veguhere çalakiyên herî xurt ên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo.
Komîteya Rêveber a PKK’ê di daxuyaniya xwe de ev tişt diyar kirin:
“Em di salvegera 37’an a Komkujiya Helebce ya 16’ê Adara 1988’an de ne ku yek ji êrîşên herî giran a sîstema dewletê û desthilatdariya kûreyî ye. Weke tê zanîn, di vê êrîşa qirkirinê de piranî zarok û jin zêdeyî 5 hezar mirovên Kurd hatine qetilkirin. Van êrîşên qirkirinê Kurdistana ku di pirtûkên pîroz de weke ‘buhişt’ tê behskirin, veguherandine dojehê. Em qirkeran car din bi nefret şermezar dikin. Em şehîdên xwe yên qirkirina Helebce bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin. Em bang li gelê xwe yê her çar parçeyên Kurdistanê dikin ku şehîdên xwe yên hebûn û azadiyê ti carî ji bîr nekin, her tim bi rengekî xurt xwedî lê derkevin û bîranînên wan li Kurdistana azad bidin jiyîn.
‘NEWROZA AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO’
Dîsa weke Tevgera Azadiyê, gelê Kurd û dostên me yên demokratîk em Newrozeke nû dijîn. Em Newroza 2025’an li ser bingehê pêngava Rêber Apo ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ dijîn û li her çar parçeyên Kurdistanê û her çar aliyên cîhanê weke ‘Newroza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo’ di nava coşeke mezin de pîroz dikin. Weke Rêber Apo diyar kirî Newroz bi PKK’ê re hîn xweştir û watedartir e. Di serî de jin û ciwan, gelê me yê welatparêz û dostên me yên demokratîk li her derê qadên Newrozê tejî dikin û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ji her demê zêdetir diqîrîn.
Destpêkê em Cejna Newroza Azadiyê li Rêber Apo, hemû hevrêyên partiyê, hêzên xwe yên gerîlayên leheng, jinan û ciwanan, gelê xwe û dostên xwe pîroz dikin. Di şexsê Kawayê Hemdem Mazlum Dogan de em hemû şehîdên xwe yên Newrozê, şehîdên xwe yên leheng ên ku Newroz veguherandine Cejna Azadiyê ya Hemdem bi rêzdarî, hezkirin û minetdarî bi bîr tînin. Bi pêşengiya jinan û ciwanan em bang li gelê xwe û dostên xwe dikin ku Newroza 2025’an hîn bi girseyî û coş pîroz bikin û li qadên Newrozê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi rengekî hîn xurttir daxwaz bikin. Di sala nû ya Newrozê de em ji bo her kesê ku têkoşîna azadî û demokrasiyê dimeşînin, serketinê dixwazin.
PÊDIVÎ BI GAVÊN PRATÎK Û PIŞTGIRIYEK ŞÊNBER HEYE
Mîna ku tê zanîn, Rêber Abdullah Ocalan bi rêyê heyeta ku pê re hevdîtin kiriye di 27’ê Sibatê de bangek dîrokî ku mirov dikare weke Manîfestoya Serdemê bi nav bike kir. Me jî di 1’ê Adarê de bersiv dabû vê bangê û ji bo rê li ber gavên pratîk bên avêtin me agirbest ragihand û me diyar kir ku em ê li gorî pêdiviyên bangê tevbigerin. Bêguman ev hemû xwe dispêre hişmendiyeke dîrokî, heskirina welat û gel û azweriya jiyana azad. Demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn li ser bingeha azadiya Kurd û ji bo mirovahî bigihêje jiyana azad û demokratîk hedef girt. Gavên ku me bi zanabûn û bawerî diavêtin hebûn.
Niha li ser banga Rêber Apo û ragihandina agirbesta me nêzî 15 roj derbas bûn. Helbet em ne bêsebr in û di ferqa zehmetiyên karên xwe de ne. Her wiha ji ber banga Rêber Apo û daxuyaniya me li derve û hundir bi awayekî erênî hat pêşwazîkirin, em kêfxweş in. Lê belê dem jî gelek girîng e û ji bo serketinê jî divê dem baş bê bikaranîn û bi lêhurbûnek kur em bi hev re gavê bavêjin. Divê li şûna nêrînên erênî ya ji bo banga Rêber Apo ya ‘Serdema Aştî û Civaka Demokratîk’, êdî gavên pratîk û piştgiriyek şênber çêbibe.
DIVÊ HEMÛ ÇEK BÊDENG BIBIN
Di nava 15 rojên dawî de, hin helwestên ku agirbesta me ragihandiye, rexne dikin û kêm dibînin hene. Lê belê bêyî ku çek bêdeng bibin, ne pêkane ku gavên siyasî û pratîkî werin avêtin û heta nîqaşeke bi tendurist bê kirin. Ji bo vê jî agirbesta ku me ragihandî weke pêngaveke girîng a pratîkî dibînin û di wê baweriyê de ne ku ji bo banga Rêber Abdullah Ocalan bi pratîk bibe pêngavek girîng e. Helbet ne pêkan e ku mirov bi rawestandina şerê yekalî gavên wiha yên pratîk bavêje, ji bo ku gavên pratîk werin avêtin divê hemû çek bêdeng bibin.
Mixabin pêkanînên pratîkî yên desthilatdariya Tirkiyê li gorî wê nebûn. Tevî ku êrîşên leşkerî yên artêşa Tirk li gorî dema bihurî bi qismî kêm bûne jî, di pêvajoya agirbesta yekalî ya du hefteyan de bi giştî 73 êrîşên balafiran, 4175 caran bi top û obûsan û 8 caran jî bikaranîna çekên qedexekirî êrîş hatin kirin. Balafirên keşfê yên bombekirî her roj bênavber li ser herêmê digerin. Ji ber ku piştî 27'ê Sibatê bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin nehatiye kirin, em nizanin bê di şert û mercên Îmraliyê de guhertinek çêbûye yan na. Sîstema Îmraliyê mîna berê didome. Her çend di çapemeniyê de tê diyarkirin ku hevdîtin û nîqaş hene jî, di aliyê meclîsê de xebatek şênber nayê dîtin.
TIŞTÊ KU ME DI DAXUYANIYA 1’Ê ADARÊ DE ANÎ ZIMAN DERBASDAR E
Em van bi wesîleya Newrozê û tenê ji bo agahdarikirina rayagiştî tînin ziman. Nîqaş û hewldanên ku di derbarê pêvajoyê de tên kirin em dişopînin. Em bawerin piştî Newrozê zelaliyek ku dubare bikaribin nirxandinek bikin derkeve holê. Lewre ji bo me her tişt zelal e. Heta niha ji me re nameyekî Rêber Abdullah Ocalan ya nivîskî gihaye û ji aliyê me ve bersiva pêwîst demildest hatiye dayîn. Ji banga Rêber Abdullah Ocalan a 27’ê Sibatê re jî di 1’ê Adarê de bersiv hatiye dayîn û tiştên ku di nameyê de hatine gotin bi raya giştî re hatiye parvekirin. Li derveyî van di pêvajoya borî de bi Rêber Abdullah Ocalan re tu pêywendiya me çênebûye. Mijarên wek kongre lidarxistin, çek berdan û feshkirina PKK’ê wekî me di daxuyaniya xwe ya 1’ê Adarê de anî ziman hîna jî derbasdar e. Lewre ev ê kengê werin pêkanîn ji aliyê Rêber Abdullah Ocalan ve tu agahî negihaye ji me re.
PÊVAJO CIDIYET, HESTIYARÎ Û SEBIR DIXWAZE
Pir aşkere ye ku pêvajoya em ketine cidiyet, hestiyarî û sebir dixwaze. Dîsa di bingehekî rast de hewldan û têkoşînekî mezin dixwaze. Pêvajo herkesî digire nav xwe û paşerojê di bingeha xwerexneyê de bi lêpirsînkirinekê cidî re guhertin û veguhertinek demokratîk dixwaze. Em ji aliyê xwe ve wiha nêzî pêvajoyê dibin û bawer dikin ku serkeftin jî bi vî awayî bibe. Li hundir û derva jî bang li herkesî dikin ku ji serdema Aşitî û Civaka Demokratîk re wiha nêz bibin.
Bi taybetî wek hêza pêşeng a pêvajoyê jin û ciwan, dîsa hêza bingehîn a têkoşîna gelê me yê welatparêz û dostên me yên demokratîk di vê mijarê de divê pir hestiyar û xwedî hewldan nêz bibin. Xwe bi guhertinekî demokratîk re ji pêvajoyê re bi serkeftî pêşengî dikin. Bi çalakiyên demokratîk ên bibandor re divê zext li ser desthilatdariyê were çêkirin ku gavên şênber bavêje. Aşkere ye ku pîrozbahiyên 8’ê Adarê di vê mijarê de destpêkek nû bû. Pîrozbahiyên Newrozê yên ku belavî hefteyan bûye divê bi temamî li ser vê bingehê be û divê her kes bi dengekî bilind û herî xurt xwedî li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo derkeve.
Di vê çarçoveyê de di serî de Newroza Rêber Apo, ya gel û dostên xwe careke din pîroz dikin. Em bang dikin ku pîrozbahiyên Newrozê yên ku di her qadê de çêdibin bila bibin çalakiyên ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo!
Newroz Pîroz be!
Bijî Rêber APO!”