PJAK: Xwedîderketina li Rojava, xwedîderketina li nirxên 15’ê Tebaxê ye
PJAK: Xwedîderketina li Rojava, xwedîderketina li nirxên 15’ê Tebaxê ye
PJAK: Xwedîderketina li Rojava, xwedîderketina li nirxên 15’ê Tebaxê ye
Koordînasyona PJAK’ê bi bûneya 29’emîn salvegera pêngava 15’ê Tebaxê daxuyaniyekî niviskî weşandin û da diyarkirin ku, pêngava 15’ê Tebaxê tevgera li dijî koletiya li ser civaka kurdistanê , parçekirina axa kurdistanê û bê statû hiştina kurdanê ye. Bi vê bûneyê em vê rojê li hemû gelê kurd û azadîxwazên cihanê pîroz dikîn
Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê (PJAK) di daxuyaniy a xwe balê dikişîne li ser girringiya pêngava 15’ê Tebaxê û got: " Di serî de me salvegera 15’ê Tebaxê li hemû gelê Kurdistanê û gelê Bakûrê Kurdistanê û li hemû endamên partiya Karkerên Kurdistanê Pîroz dikîn û di vê rojê de beşna xwe li ber hemû şehîdên şoreşa 15’ê di tewînîn.”
PJAK’ê di daxuyaniya xwe de destnîşan dike ku bi pêngava 15’ê Tebaxê re dîrokek hatiye nivîsandin û wiha pêde diçe:“ Bi 29 sal sere derbas bûna pêngava 15’ê Tebaxê re ji bo me dîrokek der ketiye holê. Em nikarin bêjîn ku tenê ev pêngav ji bo gelê Bakûrê Kurdistanê ne, 15’ê Tebaxê pêngaveke li dijî koletî ya li ser gelê Kurd, bê statû hiştina gelê Kurd û parçe kirina axa kurdistanê ye. Di encama vê şoreşê de, bi pêşengtî û berxwedana pakrewanên wek Egîd, Brîtan û Zîlan de zihniyeta koletî dawî lê bînîn û rohekî netewa demokratîk di civaka Kurd de derbikeve.
PJAK’ê di daxuyaniyê de balê dikişîne li ser nirxê 15’ê Tebaxê û wiha radigihîne, “Îro di encama nirxê 15’ê Tebaxê de dikarin projeya siyasî, huquqî ji bo kurdan bînîn û dikarin li rojava, başûr, û rojhilat pêkbînîn. Bêgoman her haman nirxê pêngava 15’ê Tebaxê bû havênê şoreşa Rojhilatê Kurdistanê.”
PJAK’ê di dawitya daxuyaniya xwe de jî 15’ê Tebaxê li hemû gelê cihanê yên azadîxwaz û gelê Kurd pîroz kir û wiha domand; “ Em weke Partiya Jiyana Azada Kurdistanê 15’ê Tebaxê li hemû mirovahiyê Pîroz dikîn. Em pêngava 15’ê Tebaxê bi nirx dibînîn û bang li hemû gelê Kurd dikîn ku, li vê qonaxa bi hestyara dîrokî de bibin xwedî helwesta nerewa demokratîk bin û xwedî derketina li nirxê şoreşa Rojava yê Kurdistanê xwedî derketina li nirxê 15’ê Tebaxê ye.”