PJAK'ê 4'ê Nîsanê pîroz kir

PJAK'ê bang li gelê Kurd kir ku li ber malên xwe daran biçînin û rojbûna Rêberê Gelê Kurd Ocalan pîroz bikin.

Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) bi wesîleya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daxuyaniyek weşand.

Daxuyaniya PJAK’ê wiha ye;

“Di 71’yemîn Salroja ji dayîkbûna Rêber Apo de em, vê rojê ku di heman demê de roja dayîkbûna gelê Kurd e, di serî de li Rêberê azad Rêber Apo, hemû mirovahiya birûmet, gelên azadîxwaz û bi taybet gelê Kurdistanê, li hemû şoreşger û şervanên şoreşa Kurdistanê û sosyalîzmê pîroz dikin.

'ROJBÛNA REBER APO JI BO GELÊ KURD JIYANEKE NÛ YE'

Dayîkbûna Rêber Apo zayîneke dîrokî û zayîna jiyana nû ji bo gelê Kurd e. Di rastiyê de lêgera azadiyê û jîndariyê ye. Zindîbûna ruhê berxwedêr yê netewa Kurd û Kurdistanê ye. Civaka Kurd ku li jêr hişmendiya desthilatiyê de û Kurdistana ku li jêr dagirkeriyê de bi salan dinaliya, jê re bû ruhê serîrakirin û têkoşîna serxwebûn û azadiyê. Li ser vê esasê, Rêbertî bû sekna pêşxistina têkoşîna Kurdan ya azadî û demokrasiyê. Di esas de Rêber Apo bi helwest, kesayet, feraset û xebata xwe re sekna mirovê azad, milîtanên rêya heqîqetê û sekna gelê têkoşer û şoreşger pêwîste çawa be û çawa bijîn, derxiste holê û bi xwe bû rênîşander û pêşengê vê yekê. Rêber Apo li beramberî pergala dagirker deriyê azadiya netewa Kurd û hemû gelên bindest nîşan da, di heman demê de li dijî îdeolojiya sermayedar û sîstema wê ya qirker sosyalîzma rast ya ayîdê civakê derxiste holê, li dijî sîstema qezencê ya ku civakê talan dike, wek alternatîf aboriya ekolojîk û komunal destnîşan kir û ji bo wekehevî û azadiya civakê pirsgirêka di navbera jin û zilam de kire bingeha hemû pirsgirêkan. Li ser vê bingehê azadiya jin weke azadiya civakê girte dest. Di şexsê Zîlan, Bêrîtan, Sara, Kemal û Mezlûman de bi hezaran tekoşerên rêya azadiyê afirand û pêşkêşê dîroka azadiyê kir. Lewma rojbûna Rêber Apo, rojbûna gelê Kurd û mirovahiya azadîxwaz e.

‘4'ê NÎSANÊ ROJA DAMEZRANDINA PJAK'Ê YE'

Roja 4’ê Nîsanê herwiha roja damezirandina PJAK’ê ye. Em 16’emîn salvegera damezirandina PJAK’ê li Rêber Apo, şehîdên azadiyê, hemû gelê Rojhilatê Kurdistan û Îranê, malbatên şehîdan û gel û dayîkên berxwedêr li Rojhilat û tevahiya Kurdistanê pîroz dikin. Di kesayeta pêşengên damezirandina PJAK’ê rêheval Newzat, Akîf, Zîlan Pepule, Dr. Afat, Manî, Madora, Dilxwaz, Şîrîn, Ferzad, Simko, Ferhad, Rohanî, Bahoz, Zagros, Dilar, Hêmin, Jiyan Suruç, Gulistan Dêrik, Kemal Pencevîn de şehîdên têkoşîna azadî û demokrasiyê bi bîr tînin û sonda ku emê xeyalên wan bi serkeftinê taîcdar bikin didin.

Di vê wateyê de Roja 4’ê Avrêlê du wateyên wê yên dîrokî, felsefî û îdeolojîk ji bo gelê Rojhilatê Kurdistanê heye. Dayîkbûna Rêber Apo, ji bo hemû Kurdan zayîn û cejneke pîroz e, di heman demê de damezirandina PJAK’ê jî zayînek ji felsefeya Rêberî ji bo Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ye. PJAK li ser bingeha felsefe û îdeolojiya Rêbertî bi pêşengtiya bi sedan şehîdên qehreman û şervanên azadiyê dest bi têkoşîna azadiyê, wekhevî û demokrasiyê li hember her cure dagirkerî, desthilatdarî, bê mafî û qirkirina çandî, siyasî û fîzîkî li Rojhilatê Kurdistan û Îranê kir. Li ser esasê xwedîderketina destkeftî, nirx û têkoşîna gelê Rojhilat Kurdistanê bi taybet mîrasa Komara Kurdistanê û keda bi salan ya gel û têkoşerên wê, PJAK ev mîras jî bingeh wergirt û bi rêbaza nû dest bi têkoşîna azadiyê kir. Ew ruhê netewî ku di Komara Kurdistanê li Mihabadê derketibû holê, bilintir û berfirhtir kir û bû berdewamkerê vê têkoşînê.

Me wek PJAK’ê ji destpêkê ve bi armanca pêşîgirtina dagirkeriyê li ser Kurd û Kurdistanê avakirina Yekîtiya Netewî binemaye girtiye û ji bo vê jî xebateke berfireh meşandiye. Herwiha li hember hemû seknên Kurdên kevneşop ên nokertiya dijmin dikin û tekoşîna Kurd dixin xizmeta berjewendiyên hizbî, eşîrî û herêmê têkoşiyaye.

‘REJÎM ISRAR BIKE WÊ SERHILDAN RADÎKALTIR BIN'

Rejîma dagirker ya Komara Îslamî ya Îranê bi siyaseta qirker û dij-demokratîk 42 sale bê navber êrîş, zext, girtin, îşkence, darvekirin û qedexe li ser gelê me dide meşandin. Me her dem li hember van kiryar û siyasetan têkoşîneke radîkal û bênavber meşandiye. Di 16 salên têkoşînê de ji bo em pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên li Îranê bi rêya demokratîk çareser bikin, pêşniyar û projeyên çareseriyê pêş xistin. Lê heya niha Rejîma heyî bi ti awayî nêzîk rêyên çareseriyê nebûye, berovajî êrîşê tevgera me û gelê me kiriye. Bi taybet rejîma qirker a Îranê herî dawî xwepêşnadanên meha Abanê qetlîam kir, pêşiya hilbijrtineke demokratîk girt û wiha jî diyar kir derveyî rêbazê zext û perçiqandinê ti hêzeke wî ji bo dawîkirina pirsgirêkên civakê nîne. Ev rejîma dîktator û faşîst herî zêde ji serhildanên gel ditirse û ji bo vê jî her cure kiryarên derveyî mirovahiyê li hember gel bikar tîne. Eger Rejîm di siyaseta xwe de bi israr be, dê serhildanên gel radîkaltir û berfirhtir bibin û dawiya rejîmê bîne.

Me wek PJAK’ê xebat û têkoşîna xwe li ser hîmê paradîgmeya civaka demokratîk, ekolojîk û azadîxwaziya jinê daye rûnişkandin. Li beramberî kiryarên rejîmê têkoşîneke berfireh hatiye meşandin. Herwiha bi pêşxistina feraseta parastina cewherî ji bo gelê me xwe ji şerê taybet yê ku bêbawerî, tirs, ajantî, besîctî, madeyên hişbir û fuhuşê belav dike, xwe biparêze têkoşîneke bê navber hatiye meşandin.

Em di wê baweriyê de ne ku têkoşîna bi pêşengtiya PJAK’ê bi fikir û felsefeya Rêber Apo li Rojhilatê Kurdistanê pêş ketiye, wê sîstema Netewa Demokratîk misoger bike. Ne tenê Yekîtiya Netewî ya Kurdan, di heman demê de hevgirtina hemû gelên Îranê bi hemû rengîniya çandî ve pêşbixin û ev xebata me ya stratejîk e. Di têkoşîna xwe ya 16 salan de azadiya jin û tevlîbûna jin bûye bingeha esasî ya xebata me, aktîfkirin û beşdariya hêz û vîna ciwanan esas hatiye girtin. Jin û ciwan weke pêşengên têkoşîna azadî û jiyana wekhev dê di refên pêşîn ên têkoşîna me de cih bigrin û wek hêza esasî ya şoreşê rola xwe bileyîzin. Em ji gelê xwe û hemû derdorên demokratîk jî daxwaz dikin ji her demê bêtir di nav eniya têkoşînê de ciheke aktîf bigrin, bi hêza peşengtiya PJAK’ê xwe arasteyê berxwedanê bikin û wiha jî em kelehên dagirkeriyê li welat û herêmê têk bibin.

Li ser şopa têkoşîna pêşengên wek Rizgar Zirne, Derwêş, Şervan Hewreman, Leşker, Botan, Sîrwan, Memyan, Îqbal Muradî, Bêkes, Rojda Cudî, Delîla Maku, Madora Urmiye, Serdar û Ajwan Dîwandere ku li ber roniya felsefeya Rêber Apo di temeneke ciwan de beşdarê refên gerîlayên Kurdistanê bûn û heya kêliya dawiyê di refên herî pêş de rol leyîstin û gihiştin asta şehadetê, emê şopdarê xeta wan ya têkoşînê bin. Di şerxsê wan hevalan hemû şehîdên ku canê xwe di oxira jiyana azad de feda kirine bi bîr tînin û sonda bilind kirina têkoşînê didin.

‘DIVÊ HER KES LI BER MALÊN XWE DARAN BIÇÎNIN'

Em carek din 16’emîn salroja damezirandina PJAK’ê li hemû gelê Rohilatê Kurdistanê û Îranê u gelê me ya têkoşer li ewrûpa pîroz dikin. Herwiha roja dayîkbûna Rêber Apo, di kesayeta Dayîka Uweyiş de li hemû dayîkên welatparêz, hemû jin û gelên azadîxwaz pîroz dikin. Sonda me azadiya gel û dawîkirina esareta li ser Rêber Apo û hemû dîlên azadiyê ye. Banga me ji gelê me ya azadîxaz ewe kû di 4ê nîsanê de ji ber rewşê tendurûstî, her kes ji ber derê malê xwe bi çandina darek ev roj pîroz bikin."