PJAK: 9’ê Gulanê roja darvekirina mirovahiyê bû
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî darfvekirina 4 berxwedêrên Kurd û ciwanekî Fars ku di 2010’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin de daxuyaniyek da.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî darfvekirina 4 berxwedêrên Kurd û ciwanekî Fars ku di 2010’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin de daxuyaniyek da.
Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) têkildarî darfvekirina 4 berxwedêrên Kurd û ciwanekî Fars ku di 2010’an de ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin de daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku ew di şexsê Şîrîn Elemhulî, Elî Heyderiyan, Ferhad Vekîlî û Ferzad Kemanger û Mehdî Îslamiyan de hemû şehîdên têkoşîna azadiyê bibîr tînin.
PJAK’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku ew weke gelê Kurd di demên dîrokî yê şoreşê de derbas dibin û di oxira Azadî û vê têkoşînê de qehrimantî û bedelên pir giranbiha hatine dayîn. PJAK’ê wiha berdewam kir: “Nirxên pir mezin û pîroz bi keda van cangoriyan hatin destxistin. Di Meha Gılanê ku di têkoşîna azadiya gelê Kurd de weke meha şehîdan tê zanîn qehrimantiyên mezin hatine jiyankirin. Di 9’ê Gulana 2010’ê de ji alî rejîma sêdarê ya Îranê ve 4 berxwedêr û tekoşerên doza azadiya gelê Kurd û ciwaneke çalak yê fars ji ber daxwazên xwe yê jiyaneke azad û bi rûmet hatin darvekirin. Em di kesayeta van cangoriyên rêya azadiyê Şîrîn Elemhulî, Elî Heyderiyan, Ferhad Vekîlî, Ferzad Kemanger û Mehdî İslamiyan hemû şehîdên têkoşîna azadiya gelê Kurd û demokrasiyê bi bîr tînin û li hemberê wan bejna xwe ditewînin.”
REJÎMA ÎRANÊ HER TIM BI ÇAVSORIYEK MEZIN ÊRÎŞ KIR
Hate daxuyankirin ku rejîma Îranê her tim li hember Kurdên azad û berxwedêr bi awayê herî hov êrîş kiriye û sedan komkûjî û qetliamên reş li dîroka xwe zide kiriye. Daxuyanî wiha hate berdewam kirin: “Di 9’ê Gulana 2010’ê de jî rejîma sêdare ya Îranê careke din ev rûyê xwe yê reş li hemberê gelê me, demokrasî, berxwedana ciwanên Kurd û ciwanên azadîxwaz ên Îranî li Girtîgeha Evînê nîşan da. Di her demên dîrokî de ku gelê Kurd pêşengiya azadî û demokrasiyê dike û çalak dibe de, dewleta Îranê ji ber zihniyet û feraseta xwe ya nijadperest û faşîzan hewl daye ku pêşî ji van pêngev û serkeftinên gel û tevgerên azadiyê ya gelê Kurd bigre. Sala 2010’an ku di dîroka gelê Kurd demeke girîng ya têkoşîna azadiyê bû, li girtîgehan berxwedanek li hemberî siyaseta dîlgirtinê hebû. Pergala ku rejîmê li girtîgehan ji bo şikandina îradeya gelan û têkoşîna azadiyê, pêş dixist têk diço û di milê din PJAK, jî ji bo pêşengî kirin, di vê qonaxê de di nava amadekariyek mezin de bûn. Rejîma heyî ji van pêşketinan bi hêrs bû û serî li rêbazên xwe yê hovane da.
REJÎMA ÎRANÊ XWE LI SER KUŞTIN Û DARVEKIRINAN AVA KIRIYE
Rejîma sêdare ya Îranê ku avabûna komara xwe li ser kûştin, darvekirin û qetilkirina ciwanên Îranî û ji netewên din yê li Îranê damezirandiye, van kiryarên xwe rewa dibîne û hewl dide ku her kes vê siyasetê re serî bitewîne. Bi girtinan hewl didin ku pêşî ji çalakbûna civakê bigirin, ango girtîgehan bikin cihê rizandina berxwedan û têkoşîna demokrasî û îradeyê. Her çiqas ev siyaset li girtîgehan bi avayeke pir rêk û pêk û bi sîstem hatibe meşandin jî lê belê berxwedanî û vîna azadiyê ya gelan ev siyaset vala derxistiye. Sedema bi çavsorî darvekirinên 9’ê Gulanê jî bê gûman hêrsa vê pergalê ji ber têk çûna siyaseta wan li girtîgehê bû.”
BERXWEDANA WAN QONAXEKE NÛ YA TÊKOŞÎNÊ PÊŞ XIST
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Li Girtîgeha Evînê berxwedaniya Ferzad, Ferhad, Elî û Şîrînan di têkoşîna azadiya gelê me de qonaxeke nû ya têkoşînê pêş xistibû û girtîgeh, bibûn cihê rêxistinkirin û berxwedana rûmet û îradeyê. Girtîgeha Evînê Rûxmê hemû hovîtiya ku lê dihate meşandin ji bo gelê kurd dibû navendeke têkoşîna siyasî. Lê belê rejîma ku bi salan hebûna girtiyên siyasî û azadiya ramanê înkar dikir, êdî nedikarî pêşî li vê têkoşîn û pêşketinên li girtîgehê bigire. Rihê 14’ê Tîrmehê yê zindana Amedê li girtîgehên Rojhilatê Kurdistanê dihate jiyîn û çanda berxwedanê ku li girtîgehan bi xwe re sekneke siyasî û têkoşîneke nasname derdixist pêş, zindan dibûn navendeke girîng ya têkoşîna gelê Kurd. Ev çanda berxwedanê dihate wateya têkçûna siyaseta vê rejîmê. Êdî vê rejîmê di şexsê Şîrîn û Ferzadan de nedikarî inkar û dîl ketinê ser gel û ciwanên Kurd bi ser bixîne. Bi navê demokrasî, azadî, wekhevî û pêşxistina civaka azad van şervan û milîtanên azadiyê mohra xwe li têkoşîna mirovahî û sosyalîzmê dan. Rejîma Îranê pêvîste ku vê yekê baş bizane bi siyaseta dîlgirtinê û heman demê bi darvekirinan yê nekaribe siyaseta xwe ya inkar û dûrxistina gelê Kurd ji têkoşîna azadiyê ser bixîne, berovajî vê her zext û kiryarek vê rejîmê dibe sedema bilintir kirina doza azadî û kîn û nifreta vi gelî hemberê vê rejîmê.”
DIVÊ CIWANÊN KURD XWEDÎ LI ERKA XWE DERKEVIN
Daxuyanî wiha bi dawî bû: “Rejîma kûjer ya Rohanî di aliyekî de xwe wek nûnerê namus û exlaqê civakê bi nav dike û rojane dehan ciwanan bi vê tewanê ber bi sêdare dibe, li alî din jî li hemberê gelê me li Mehabadê ku dij bi destdirêjiya nûnerên wê dewletê nerazîbûnê xwe nîşan dide êriş dike. Ev êrişa ku ser gelê me li Mehabedê pêş dikeve rewşeke ku bi ti şêweyî nayê qebûl kirin. Ev helwesta rejîmê pir siyasî û nijadperestiya vê rejîmê li hemberê gelê me ye. Em vê xwedî derketin û sekna bi rûmet ya gelê xwe kû li Mehabadê bi rihê demê derket pêş silav dikin. Bang li gelê me li her bajarê Kurdistanê û derveyê welat dikin ki bi rihê Şîrîn û Soranan vê doza rûmetê de cih bigirin. Ev êrişa li hemberê rûmet û helwesta gelê me ye. Bi rihê 9’ê Gûlanê xwedî helwest bûn li hemberê êrişên faşîzan û tecavîzkar yê rejîmê li Mehabadê, erka esasî ya jin û ciwanên Kurd e. Em bang dikin hemû ciwanên Kurd xwedî ji vê erka xwe derkevin. Rejîma Îranê pêwîste vê bizane ku bi van kiryarên xwe li Îranê rê li ber rewşekê kû pêşî lê girtin mûmkin nebe vedike. Êriş ser rûmeta gelekê bi agir lîstine.”