Pîvanên angajman ji bo El Qaîdeyê derbas nabe?
Pîvanên angajman ji bo El Qaîdeyê derbas nabe?
Pîvanên angajman ji bo El Qaîdeyê derbas nabe?
Cîgirê Serokê Koma BDP'ê Îdrîs Balûken, piştî ku helîkoptereke Sûriyê bi sedema sînor binpê kiriye ji aliyê dewleta Tirk ve hat xistin pêşniyar pirsek pêşkêşî Parlamentê kir û pirsa "Di çarçoveya pîvanên angajman ên nû yên hatine guhertin de, protokoleke veşartî û taybet a ji bo komên ser bi El Qaîdeyê heye yan na?" kir.
Cîgirê Serokê Koma BDP'ê û Parlamenterê Çewlikê Îdrîs Balûken, der barê binpêkirina sînor de ji bo Wezîrê Karên Derve Ahmet Davûtoglû bersivê bide pêşniyar pirsek pêşkêş kir.
Balûken pirsî ka protokoleke Tikriyê ya taybet û veşartî ya ji bo komên ser bi El Qaîdeyê heye yan na, burokrasiyeke taybet a derbasbûna van koman ji sînor hêsan dike tê meşandin yan na.
Balûken ev pirs li Davûtoglû kir:
- Di çarçoveya pîvanên angajman ên nû yên hatine guhertin de, protokoleke Tirkiyê ya taybet û veşartî ji bo komên ser bi El Qaîdeyê heye yan na?
- Çûn û hatina milîtanên El Nûsra û Dewleta Îslamî ya Iraq/Şamê binpêkirina sînore yan na? Eger ev yek weke binpêkirina sînor tê dîtin, hingî li dijî van pêkanînek heye yan na?
- Ji aliyê Wezareta we ve, der barê derbasbûna ji sînorê Sûriyê de, dê daxuyaniyeke berfireh a ji bo agahdarkirina raya giştî bê dayîn yan na? Der heqê van bûyerên li ser sînor de, di rojeva Wezareta we de ti rûniştekek taybet a li meclîsê heye ku partiyên siyasî yên komên wan hene, agahdar bike?
- Di rewşeke ku ji bo derbasbûna alîkariya însanî ewçend astengiyên burokratîk heye de, gelo ji bo endamên rêxistinên ser bi El Qaîdeyê bi hêsanî sînor derbas bikin, burokrasiyeke taybet û ji raya giştî tê veşartin, tê bikaranîn?