Piştî liv û tevgera Şîan Abdulmehdî kete panîkê

Li Iraqê piştî ku Şîa ketin nava liv û tevgerê Adil Abdulmehdî kete nav panîkê.

Li Iraqê di 12’ê Gulana 2018’an de hilbijartinên giştî hatibû kirin. Piştî hilbijartinan bi qasî pênc mehan Serokkomarê Iraqê hate hilbijatin û hikumeta nû ya Iraqê ji aliyê Adil Abdulmehdî di dawiya meha Kewçêrê de hate avakirin. Ji ber nakokiyên navxweyî yên Şîa wezîrê karê navxweyî, ji ber nakokiya di nav Sunniyan de wezîrê parastinê û ji ber nakokiyên di navbera Kurdan de jî wezîrê edaletê nehatiye diyarkirin.

Mukteda El Sadr di weazeke roja Înê de ji Abdulmehdî xwest ku divê di nava 10 rojan de wezîrên Karê Navxweyî û yê Parastinê diyar bike. Sadr diyar kir ku heke wezîr neyên hilbijartin wê dakevin qadan. Abdulmehdî jî ji dêvila ku wezîrên Karê Navxweyî û Parastinê diyar bike, ji Kurdan xwest ku bila wezîrê Edaletê diyar bikin.

Li gorî hikumeta ku Abdulmehdî ava kiribû wê sê wezaret bidana Kurdan. Wezaretên Maliye, Koç û Edalet wê bidana Kurdan. Li gorî dengên ku hatine stendin wê 2 wezaretê bidin PDK’ê û wezaretekê jî bidin YNK’ê. PDK’ê herdu wezîrên xwe diyar kir. Lê dema ku YNK’ê xwest navekî diyar bike, hikumeta Bexdayê şerh danî. Tê diyarkirin ku Abdulmehdî dixwaze Rizgar Muhammed Emîn bibe wezîrê edaletê yê ku Saddam Huseyîn darizandibû.

Parlementerê PDK’ê Dana Cez got ku “Em ne li dijî vê yekê ne ku Hakim Rizgar bibe wezîrê edaletê lê ya rast divê namzetê ku partiyên Kurdistanî li ser wî li hev kirine, bibe wezîrê edaletê. Heta niha YNK’ê hin nav pêşkêş kir lê ji ber ku ev kes kadroyên partiyê ne, me qebûl nekir.”

Serokê Rêxistina Bexdayê yê YNK’ê Polad Talabanî diyar kir ku meseleya Wezareta Edaletê bi qasî ya Kerkûkê tevlihev e û heta roja Pêncşemê belkî bi PDK’ê re karibe li hev bikin.