Piştî fîrarê, di girtîgehan de tundiya li ser girtiyan zêde bû
Piştî fîrarê, di girtîgehan de tundiya li ser girtiyan zêde bû
Piştî fîrarê, di girtîgehan de tundiya li ser girtiyan zêde bû
Piştî ku 18 girtiyên ji doza PKK'ê ji girtîgeha Tipa M ya Çewlikê fîrar kirin, êrîş û tundiya li ser girtiyan zêde bû. Li Girtîgeha Girtî ya Jinan a Gebze koxûş bi dehan caran hatin lêgerîn.
Li gorî zanyariyên ku hatine bi dest xistin, piştî bûyera fîrarê ya Çewlikê, li girtîgeha Girtî a Jinan ya Gebze koxûşên ku girtiyên siyasî lê diman lêgerînên ‘rewşa awarte’ hatin kirin. Girtiyan bi rêya malbatên xwe diyarkirin ku bi dehan caran koxûş û tiştên wan hatine lêgerîn kirin û wezîfedarên li girtîgehê bi nêzîkatiyên hişktir nêzî wan dibin.