Piştevanê herî mezin ê polîsê Tirk: Elmanya

Piştevanê herî mezin ê polîsê Tirk: Elmanya

Elmanya ku di xwepêşandanên Parka Gezî de herî zêde dijwariya polîsên Tirk rexne dikir, derket holê ku piştevanê herî mezin ê polîsê Tirk, ew bi xwe ye. Li ser pêşniyarpirsa Partiya Çep, hikûmeta federal da xuyakirin ku ji sala 2009'an û vir ve salê bi buhaya 140 hezar Euro gaz îsotê û çekên bombeyên gazê diavêjin, dane Tirkiyê.

Hezîrana derbasbûyî, di navbera Tirkiye û Elmanyayê de krîza Parka Gezî rû dabû. Di serî de Angela Merkel, rayedarên payebilind ên Elman helwesta polîsên Tirk ên di xwepêşandanên Parka Gezî de bi dijwarî rexne kiribûn û bi pêşengiya Berlînê, danûstandinên hevdîtinê yê navbera Yekitiya Ewropa û Tirkiyê hatibû taloqkirin.

Di ser de, Merkel di daxuyaniyeke xwe de asta rexneyên xwe bilind kiribû û gotibû "Helwesta hikûmeta Tirk min dixe nava tirk û fikaran." Lê belê li gel van rexneyan jî derket holê ku piştevanê herî mezin ê polîsê Tirk, Elmanya bi xwe ye. Li ser pêşniyar pirseke Partiya Çep a der heqê piştgiriya Elmanya ji bo polîsên Tirk de, hikûmeta Merkel di vê mijarê de li xwe mikur hat ku di vê mijarê de di navbera Enqere û Berlînê de asteke bilind a bazirganiyê heye.

Hat ragihandin ku ji sala 2009'an û vir ve salê bi 140 hezar Euroyî gaza îsotê û çekên bombeyên gazê diavêjin ji Tirkiyê re hatine firotin û perwerdekarên Elman jî ji sala 2003'an û vir ve polîsên Tirk perwerde kirine. Her weha Daîreya Krîmînal a Federal (BKA) ji bo yekîneyên ser bi Wezareta Karên Hundur a Tirk bikar bîne, kûçikên polîs, yelek û teknîka kompûterê ya bi buhaya 300 hezar Euroyî diyarî kiribû.

Endama Meclîsa Federal a Partiya Çep Sevîn Dagdelen jî alîkariya Elmanya ya ji bo polîsên Tirk bi dijwarî rexne kir û diyar kir ku alîkarî ji bo dewleteke huqûqî nehatine kirin û got, "Alîkarî ji welatekî ku protestoyên demokratîk asteng dikin re hatine şandin. Nayê qebûlkirin ku hikûmeta federal bi vî rengî piştgiriyê bide hikûmeta Erdogan. Divê bernameyên alîkariyê tavilê bên rawestandin."