Pisporên NY’î di 25’ê îlonê de diçin Sûriyeyê
Pisporên NY’î di 25’ê îlonê de diçin Sûriyeyê
Pisporên NY’î di 25’ê îlonê de diçin Sûriyeyê
Pisporên çekên kîmyewî yên NY’î ku serokê wê pisporê Swêdê Ake Sellstrom e, di 25’ê îlonê de ji nûve diçin Şamê û dê lêpirsîna xwe bidomîne.
Cigirê wezîrê Karê Hundir yê Rûsyayê Sergey Rîabkov got: “Me bang kiribû ku divê pisporên NY’î ji bo lêkolîna bûyerên der barê bikaranîna çekên kîmyewî de dîsa biçin Sûriyeyê û banga me encam da. Ji ber vê em kêfxweşin. Li gorî agahiyên dawî koma Sellstrom sibê yanî di 25’ê îlonê de diçin Şamê.”
Pisporên NY’î di 18’ê Tebaxê de ji bo bikaranîna çekên kîmyewî lêkolîn bikin çibûn Sûriyeyê. Di dema ku lekolîn didomiya de di 21’ê Tebaxê de li herêma Şamê êrîşek din pêk hat. Welatên Rojava îdia kiribûn ku rejîma Esad çekên kîmyewî bikaraniye û nêzî 1400 kes mirine. Moskovê jî diyar dikir ku ev provakasyona komên çekdare.
Piştî vê êrîşa mijara gotinê ye heyeta NY’î li Şamê lêkolîn kiribû û şûnde vegeriya bû. Heyetê di 16’ê îlonê de raporek pêşkêşî NY’î kir û bikaranîna çekên kîmyewî piştrast kir lê nehat tespît nekir ku kê êrîş pêk aniye, ji ber ku ev di çarçoveya peywira heyetê de cih nedigirt.
Moskovayê daxwaz kiribû ku heyet demildest dîsa vegere Sûriyeyê û bûyerên êrîşên çekên kîmyewî lêkolîn bike.
Di 14’ê îlonê de di navbera Moskov û Washîngtonê de bang hatibû kirin ku Sûriye çekên kîmyewî bike bin kontrola navnetewî.