Pirtûkxaneya Ocalan li Goteborgê ye

Pirtûkxaneya Ocalan, 20 km mayî ji bajarê Goteborg ê Swêdê re, bi awayekî girseyî hate pêşxwazîkirin. Piştî bi awayê konvoy hate pêşwazîkirin û şûnde mîtîngek girseyî hate lidarxistin.

Pirtûkxaneya Ocalan a bi armanca raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi raya giştî ya Ewropayê bi de naskirin ku 9’ê Cotmehê ji bajarê Strasboûrg ê Fransayê ketibû ser rê gihişt Goteborg ê Swêdê.

Pirtûkxaneya Ocalan, 20 km mayî ji bajarê Goteborg ê Swêdê re, ji aliyê Kurdistaniyan ve bi konvoyekê hate pêşxwazîkirin.

Li navenda bajarê mîtîngek hate lidarxistin.

Hevserokê Meclîsa Gel a Goteborgê Abdullah Devecî yê ku li vir axivî, ji bo dîtina otobûsa ku ramanê Ocalan belav dike ya li Goteborgê spasdariya xwe pêşkêş kir.

Di mîtîngê de Koma Foklorê ya Zarokan a Heval Sema jî derket ser dikê.

Li qada mîtîngê bi sedan broşor û belavokên têkildarî Ocalan ên bi zimanê Ewropayî hatine nivîsandin hatin belavkirin.

Piştre jî otobus ber bi bajarê Orebroyê ve kete rê.