Pirtûkxaneya Ocalan li Frankfûrtê ye

Pirtûkxaneya Ocalan a bi armanca nasandina paradîgmayaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bajarê Strasboûrg ê Fransayê ketibû tûra Ewropayê, li eyaleta Essen a Elmayayê ye.

Tûra Pirtûkxaneya Ocalan a bi armanca nasandina pradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 9’ê Cotmehê ji bajarê Strasboûrg ê Fransayê ketibû ser rê dewam dike.

Tûra Pirtûkxanaye Ocalan piştî Fransa, Belçîka, Hollanda, Swêd, Danîmarka û gelek bajarên din, serdana wê ya li Elmanya didome.

Çalakvanên Pirtûkxaneya Ocalan tevlî konferansa li Dîe Lînke (Partiya Çep) a li eyaleta Hessen a Elmayayê hate lidarxistin bûn.  Li ser navê çalakvanên ji aliyê nêzî 500 delegeyên tevlî konferansê bibûn ve bi çepik û dirûşman hatin pêşwazîkirin Peter Muller axivî.

Hevseroka KCDK-E’yê Fatoş Goksûngûr jî pirtûkên Ocalan xelat dan dîwana konferansê.