Pirtûka têkilî Ocalan li Londrayê hate nasandin

Pirtûka têkilî Ocalan a bi navê ‘’Azadiya we û me: Li Tirkiyeya Abdullah Ocalan û Erdogan pirsa Kurd’ li zanîngeha SOAS’ê ya Londonê hate nasandin.

Eleqeya ji bo pirtûkê, ku edîtoriya wê Endamê Delegasyona Aştiyê ya Navnetewî û Hîndekarê Zanîngeha Cambrîdge Jeffre Mîlle û Federîco Venturînî kirî pir zêde bû. Organîzeya nasandina pirtûkê ji hêla Pirtûkên Balck Rose, Ji Kurdistanê re aştî, KNK UK, Navenda Civaka Kurd  a Brîtanya û saziyên organîzatorê Kampanyaya ‘Ji Ocalan re azadî’ ve hate kirin.

‘RAMANÊN WÎ BAŞ HATIN VEGOTIN’

Moderatorê bernameyê Dr. Federîco Venturînî kir. Di nasandina pirtûkê de hate gotin, ‘’Şoreşgerê ku li giravekê hatî girtin, di dest de mifteya aştiya Rojhilata Navîn heye, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oalan bi pêşniyarên li ser şerê Tirk-Kurd dibe sedem ku gelek derdor jê re ‘’Mandelayê Kurd’’ bibêjin.

Nûnerê KNK’ê Adem Uzun di bernameyê de axivî û got, ‘’Di vê pirtûkê de hûn ê ramanên Abdullah Ocalan ên li ser Konfederalîzma Demokratîk bibînin. Ramanên Abdullah Ocalan ku li Rojhilata Navîn miftaya çareseriyê bi xwe re hildigire, pir baş hatine vegotin. Her wiha ev pirtûk paradigmaya têkoşîna netewî ya Kurd, maf û azadiyê mirovan, têkoşîna azadiya jinê baş vedibêje.’’’

DUBBÎNS: RÊNÎŞANDAR E

Dîrektorê Navnetewî yê Sendîkaya UNÎTE Sîmon Dubbîns jî got, ‘’Ev pirtûk giringiya rêxistinê nîşanî me dide. Ji me re dibe mirêk. Hêz û giringiya hevgirtinê vedibêje. Her wiha ji gelek perspektîvan dîroka hevgirtinê jî vedibêje, ev pirtûk li ser xwepêşvebirina azadîxwazan û geşbûna tevgeran rênîşandar e. Ya dî, girîngiyeke dî ya pirtûkê ew e ku ji bo ku ev mijar xwe bigihînin gelek mirovan, ji bo ku fikrê Ocalan ji hêla gelek mirovan ve were naskirin girîng e.’’

‘RAMANÊN WÎ JI BO ROJHILATA NAVÎN ÇARESERÎ YE’

Ji Zanîngeha Westmînîsterê  Dr. Radha D’Souza  got, ‘’Abdullah Ocalan yek ji girtiyê herî krîtîk û polîtîk ê dinyayê ye. Heman problem li welatê min Hindîstanê jî heye, hijmara girtiyên polîtîk her ku diçe zêdetir dibe.’’ D’souza her wiha got, ‘Di vê pirtûkê de hûn ê bibînin ku girtiyên polîtîk, hezkirin û aştî bi ramanên Ocalan re, çawa ji pirgirêka Rojhilata Navîn re dibe çareserî.’’

JI BO GELEK MIRVAN WÊ BIBE ÇAVKANÎ

Ji Komîsyona Aştî û Dadê ya Westmînîsterê Joe Ryan jî got, ‘’Ev belgeyeke ku bi qutebirî Rojhilata Navîn vedibêje û ev pirtûk wê analîzên Ocalan bi dinyayê bide ragihandin, li ser pirsa şer wê fikrên ji bo çareseriyê bîne. Ji bo gelek miroavn wê bibe çavkaniyek.’’

Edîtorê pirtûkê Dr. Thomas Jeffrey jî got, ‘’Di vê pirtûkê de em li ser Konfederalîzma Demokratîk û ramanên Ocalan sekinînin, her wiha neheqiyên bi rêveberiya Erdogan ên li Tirkiyê me gotin. Hûn ê bi vê pirtûkê girîngiya têkoşîna Kurdan bibînin û bibînin bê ka çawa bûye mînak. Me hewl da ku têkoşîna jinê û girîngiya wê jî bibêjin.’’

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka