Pirtûka dawî ya Pinar Selek li Strasbourgê hat nasîn
Pirtûka dawî ya Pinar Selek li Strasbourgê hat nasîn
Pirtûka dawî ya Pinar Selek li Strasbourgê hat nasîn
Civaknas Pinar Selek ku li Fransayê jiyana surgunê dijî, romana xwe ya nû a bi navê ‘La Mîason’ (Xaniyê Boxazê’ da nasîn. Pirtûka ku li Fransî hatiye wergerandin, li Strasbourgê hate nasîn û gelek nivîskar û wêjevan tevli bûn.
Bernameya nasandinê ya li mala pirtûkxaneya Kleber hat organîzekirin eleqeyeke mezin dît. Pirtûka ku zext û zordariyên piştî derbeya 12’ê îlonê tê vegotin û her wiha çîrokê kesê di 12’ê îlonê de jiyan têde cih digire, beşê wê hatin xwendin. Pinar Selek li vir axaftinek kir û diyar kir ku dê ji vir şûnd ezêdetir giraniyê bide xebatên pirtûkê. Nasandin bi îmzekirina pirtûkê a Pinar Selek dawî bû.
Pinar Selek ji ber doza li Tirkiyeyê der barê teqîna Sûka Misirê lê hat vekirin û şûnde li Fransayê jiya li surgunê dijî. Selek ji ber xebatên sosyolojîk yên liser mîlîtanên PKK’ê jî bû hedefa dewletê. Ligel ku sedema teqînê bi dehan carî hatiye gotin ku ji gaza tupê qewimiye jî cezayê muebetê lê hat birîn û ev 3 sale li Ewropa dijî.