Pîrozbahiyên Newrozê yên li derveyî welat didomin

Kurdistanî û dostên wan li Elmanya, Îtalya, Rûsya, Awûstûrya û Awûstralyayê Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de berxwedana Efrînê hate silavkirin.

Li paytexta Elmanya Berlinê Newroz bi şîara 'Newroz Efrîn e, Efrîn Newroz e' hate pîrozkirin. Pîrozbahiya Newrozê ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) a Berlin, Meclîsa Jinan a DEST-DAN ya Berlinê û PYD Berlin ve hate organîzekirin û zêdetirî 1000 kes beşdar bûn.

Nûnerê Dîplomasiyê yê TEV-DEM'ê Salih Muslim bi rêya telefonê ji beşdarên pîrozbahiyê re axivî.

Di pîrozbahiyê de Hevserokê NCDK-Berlin Yeko Ardil, Parlamenterê Partiya Çep Hakan Taş, Hevserokê KCDK-E Yuksel Koç, Nûnerê PYD'ê yê Ewropa Mesût Hesen û Nûnerê PYD'ê yê Elmanyayê Xebat Şakir axivîn.

Yeko Ardıl bal kişand li ser Berxwedana Serdemê, Hakan Taş jî got, weke Partiya Çep wê li dijî terora AKP'ê û Erdoğan li cem gelê Kurd cih bigrin.

Yuksel Koç jî got; "Berxwedana Efrînê ji bo demokrasî û mirovahiyê meşa rûmetê ye. Erdoğanê faşîst ditirse. Serhildana Efrînê wê bibe dawiya dîktatoriyê û wê bibe rizgariya me."

Di pirozbahiya Newrozê de Hozan Şemdîn, Koma Vijin, Îbrahîm Kurdî, Koma Nûjiyen, Hozan Mûstafa, Mûaharemm û Koma Eksxpress derketin ser dikê.

ROMA

Li paytexta Îtalya Romayê jî Newroz hate pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de berxwedana Efrînê hate silavkirin û peyamên piştevaniya Efrînê hatin dayîn.

Hunermend derketin ser dikê û welatiyên Îtalyayê jî beşdarî pîrozbahiya Newrozê bûn.

MOSKOWA

Kurdistanî û dostên wan ên li paytexta Rûsya Moskovayê dijîn li pîrozbahiya Newrozê ya ji aliyê Organîzasyona Jinên Kurd a Moskovayê-Viyan û Otonomiya Federala Çanda Kurd a Rûsyayê ve hatî lidarxsitin de li hev civiyan. 

Di pîrozbahiyê de Berxwedana Serdemê ya li Efrînê hate silavkirin û siyasetmedarê Kurd Adil Cotkar, Hevserokê Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê Cemal Şamoyan, Nûnerê Kantonên Rojava yê Moskovayê Reşad Bênav, Nûnerê YNK'ê yê Moskovayê Şexavan Herkî, Seroka Tevgera Jinên Kurd a Rûsyayê Cullyeta Aram, Hevserokê Yekîtiya Saziyên Civakî ya Kurd a Rûsyayê Araf Azamnî û endamên Mala Gel a Moskovayê û nûnerên rêxsitinên gelên cûda jî axivîn.

Piştî axaftinan Rêzan Şirvan, Erol Berxwedan, Miroyê Qanat, Hemîdê Mecîd, Dato Odî, Zahar, Koma Folklor a Nûjîn û koroya zarokan derketin ser dikê û hunera xwe pêşkêşkirin.

SOÇÎ

Cejna Newrozê li bajarê Soçî yê Rûsyayê bi aktivîteyekê hate pîrozkirin. Aktivîte ji aliyê Otonofiya Çanda Kurd a Soçî ve hat organîzekirin û bi dehan Kurdistanî û dostên wan beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Pîrozbahî li salona konserê ya Magnolyayê ji bo bîranîna bîranîna şehîdên têkoşîna azadiya Kurdistanê bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir. Piştre sînevîzyona ku qala cejna Newrozê dike hate nîşandan.

Hevserokê Otonomiya Çanda Kurd a Soçiyê Osman Yildiz axivî û êrîşa dewleta Tirk a bi ser Efrînê şermezar kir û bang li Rûsya û hêzên navneteweyî kir ku li dijî êrîşan helwest nîşan bidin.

Piştre Serokê Meclîsa Şaredariya Soçî û nûnerên saziyên gelan axivîn û Newroz pîroz kirin.

Piştî axaftinan bername bi stranan dom kir. Gel li ber stranên Berbang, Berfîn Mamedova, Barî Yusubov û hunermendên herêmî re govend gerand û Newroz pîroz kirin.

GRAZ

Li bajarê Awûstûrya Graz jî Kurdistanî û Awûstûryayiyan li salona Arbeite Kammer bi ruhê Berxwedana Efrînê Newroz pîroz kir.

Li salonê wêneyên kadroyên pêşeng ên PKK'ê, alên KCK, YPG/YPJ hatin daliqandin. Di pîrozbahiya Newrozê de Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Grazê û nûnerên Partiya Komunîst a Graz, Partiya Demokrasiya Sosyal a Graz, endamên Meclîsa Pariyta Keskan a Graz û Parlamenterê Parlamenta Ewropayê axivîn û di axaftinan de peyamên piştevaniyê hate dayîn.

Koma Medya, Hozan Zozan Zudem, Koma Dem û herî dawî ji TEV-ÇAND'ê Xelîl Xemgîn derket ser dîkê û bi stranên xwe coş da pîrozbahiya Newrozê.

MELBOURNE

Li bajarê Melbourne yê Awûstralyayê weke her sal NAV-KURD (Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Victoria) li Parka Coburg festîvala Newrozê lidar xist.

Agirê Newrozê weke kevneşopiyekê her sal ji aliyê malbatên şehîdan ve hate pêxistin û piştre govend hate gerandin. Festîvala Newrozê diyarî berxwedana Efrînê hate kirin û di pîrozbahiyê de Senatorê Partiya Karker Peter Khalil, Lîderê Partiya Keskan a Victoria Samantha Rahham û Berdevkê Partiya Karker Sue Bolton axivîn. Qisekeran Newroza gelê Kurd pîroz kir û berxwedana Efrînê silav kir.

Di festîvalê de xwarinên kurdî hatin belavkirin. Herî dawî Koroya Zarakon a Koma Kulîlkan, Koroya Jinan a NAV-KURD û koma folklor a Azadî derketin ser dikê.