Pîrozbahiya li Gîessenê: Em bi saya PKK'ê dibînin û dibihîzin

Li bajarê Gîessen ê Elmanyayê, bi wesîleya sala 40'î ya PKK'ê şahiyek hate lidarxistin.

Bi qasî 600 kes tevlî pîrozbahiya li Gîessenê bûn. Pîrozbahî ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hate organîzekirin û Kurdistaniyên ji bajarên Sîegen, Margûrg û Lîmbûrgê jî tevlî bûn. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji komîteya amadekar Akîf Gazan û piştre jî bi navê PYD'ê Îbrahîm Yoûsef axivîn.

'BI SAYA PKK'Ê...'

Yoûsef got, "Çil sal berê gelê Kurd nedidît, nedibihîst; bi saya vê rêya şoreşgerî ya PKK'ê em hînî çand û felsefeya xwe bûn. Min bi taybetî berxwedana Rojava ji nêz ve, bi çavên xwe dît. Rizgarî bi gel hate ragihandin û her pêkhate û ol li wê derê bi rengekî wekhev û bi hev re dijîn."

Di pîrozbahiyê de Koma Hezex Berber Hezexî, Koma Zekî, Grûp Bang, Jinên Ciwan ên Gîessenê, Dîndar Efshiyo, Sîpan Xelat, Xalaz Gerîllaya Saûnd, Dimlî Amed, Koma Hezex Abdulkerîm Hezexî û koma şano ya Rojava derketin ser dikê.