Pinar Turk: Yekane alternatîfa li dijî pergalê HDP ye
Namzeta parlamenteriyê ya HDP’ê ya Îzmîrê Pinar Turk, hemû kesên ku dixwazin xwe bi xwe rê ve bibin, dawetî dengdayîna ji bo HDP’ê kir. Turk diyar kir ku HDP bi polîtîkayên rastî yên dimeşîne re bûye alternatîf.
UMUT AKPINAR - ANF
ÎZMÎR
şemî, 18 avrêlê 2015, 10:35
Namzeta parlamenteriyê ya HDP’ê ya Îzmîrê Pinar Turk, hemû kesên ku dixwazin xwe bi xwe rê ve bibin, dawetî dengdayîna ji bo HDP’ê kir. Turk diyar kir ku HDP bi polîtîkayên rastî yên dimeşîne re bûye alternatîf.
Pinar Turk a ku di hilbijartinên 30’ê Adarê de ji HDP’ê ji bo Hevşaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê bû namzet, ji bo hilbijartinên parlamenteriyê ji HDP’ê li Herêma Duyemîn a Îzmîrê di rêza 4. de bû namzet. Turk yek ji namzetên ciwan a HDP’ê ye.
Turk ji ANF’ê re axivî û got ku li dijî dîktatoriya AKP’ê divê piştgirî ji bo HDP’ê bê dayîn.
HDP DE DI RÊYA DESTHILATDARIYÊ DE DIMEŞE
Turk got ku piştî hilbijartinên herêmî HDP bûye partiya ku siyaseta Tirkiyeyê û wiha axivî: “HDP’ê dîktatoriya faşîzan a Tirkiyeyê heland û bûye yekane partiya ku dîktatoriyê tine dike. HDP di pêvajoya pêş de di rêya desthilatdariyê de dimeşe.”
LI DIJÎ RÊVEBERIYA YEK KESÎ, HDP
Turk da xuyakirin HDP yekane alternatîfa ku gelê Îzmîrê dikare xwe bi rê ve bibe ye û got: “Qesta me ya ji vê bêguman xweserî ye. Dema xweserî tê gotin paranoyayek ‘parçebûnê’ ava dibe. Di rastiyê de em xweseriyeke ku herêmê xurtir dike, vedibêjin. Parçeyeke cuda ya xakê ne, behsa rêveberiyek alternatîf dikin. Em dixwazin herêm biryara xwe bi xwe bigire. Em dixwazin gotina serokwezîr a têkildarî Îzmîrê de ji destê wî bigirin. Em jin, ciwan û hemû gel dixwazin pergalek ku xwe bi xwe rê ve dibe ava bikin. Em niha bi feraseteke ku karê gel çawa zehmetir dibe, tên birêvebirin. Em wek HDP dixwazin vê biguherînin.”
EM Ê BI HER KESÎ RE BIKEVIN NAVA TÊKILIYÊ
Turk têkildarî amadekariyên hilbijartinê de jî axivî û wiha dirêjî da axaftin xwe: “Em di xebatên xwe de hewl didin modeleke xebatê ya têkildarî sindoqan de bimeşînin. Yanî em ê tax bi tax, derî bi derî bigerin û xwe vebêjin. Em ê polîtîkaya xwe ji her kesî re vebêjin. Em ê pêvajoya hilbijartinê baş binirxînin. Ev dema pêvajoyê ji bo me destpêkek nû ye. Ji bo afirandina Tirkiyeyek nû çi ji destê me bê em ê bikin. Hikûmeta AKP’ê bi derfetên ku dewlet didin wan û bi sînor bi gel re dikevin têkiliyê û mezin dibin.”
Turk got: “AKP ket nava gel lê hewcedariyên wan bikaranîn . Yanî digotin ez tiştekî didim te lê vê jî ji te dixwazim. Em ji bo tiştan dengan ji gelê xwe naxwazin. Hedefa me mezin e .”
Turk bi lêv kir ku ji bo pêşeroja xwe û zarokên xwe dengên xwe bidin HDP’ê. Turk got: “Em dibînin ku bi qanûna ewlekariya hundir a hikûmetê polîtîkayên li hember jinê ber bi dîktatoriyek çawa diçe. Ji bo rawestandina dîktatoriya AKP’ê divê hemû kes dengên xwe bidin HDP’ê.”
PINAR TURK KÎ YE?
Pinar Turk, di 12’ê Kanûna 1988’an de li Îzmîrê ji dayik bûye. Li Zanîngeha Kocatepe ya Afyonê ji Beşa Muhasebeyê ya Dibistana Pişeya Bilind mezûn bûye. Di Hilbijartinên 30’ê Adara 2014’an de bû namzeta Hevşaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê. Di berxwedana Geziyê de 5 mehan girtî ma. Pinar Turk endama Meclîsa Partiya HDP’ê ye, endama Komeleya Dêrsimiyên Aktepe û Komeleya Jinên Kedkar e. Her wiha wek endama aktîf a Meclîsên Jinên Sosyalîst dixebite.