Pîlotên Tirk biteqesê têne berdan
Pîlotên Tirk biteqesê têne berdan
Pîlotên Tirk biteqesê têne berdan
Hate ragihandin ku, li beramberî heciyên Lubnanî ên li qesabeya Ezaz ya Sûriyeyê ji aliyê muxalifên Sûriyeyê ve hatibûn revandin û pîlotên Tirk jî beramberî wan hatibûn dîl girtin dêbêne teqes kirin.
Di meha Gulana sala borî de 11 heciyên Lubnanî ên ji bo biçin Îranê li qesabeya Ezaz ya Sûriyeyê hatibûn revandin. Ji vana du kes bi navbeynkariya Tirkiyeyê serbest hatibûn berdan. Koma binavê “Tûgaya Bahoza Bakûr” ya 9 welatiyên Lubnanî revandin û nêzî Tirkiyeyê tê zanîn, ji bo berdana welatiyên Lubnanê xwestibû 371 jinên di girtîgehên Sûriyeyê de bêne berdan.
Piştî vê 9’ê Tebaxê pîlotê balefira THY ya sefera Stenbol-Beyrût dikir Mûrat Akpinar û alîkarê wî Mûrat Agca hatibûn revandin.
Duh Wezîrê Derve yê Tirk Ehmed Davûtoglû tevlî programek ya televîzyonê bû û got, ji bo serbestberdana pîlotên Tirk ên li Lubnanê hatin revandin xebatek berfireh dane meşandin û anî ziman ku, pêşketinên erênî hene.
Wezîrê Navxweyî ê Lubnanê jî Merwan Şerbîl jî ragihandin ku, “Dê di demjimêrên pêş me de 9 welatiyên Lubnanê ên li herêma Ezaz ya Sûriyeyê hatibûn revandin, ji bo serbest berdin dê bînin Stenbolê.”
Alîkariyan agahî nedan ku pîlot dê çawa bêne berdan û çav lê ye demek kurt teqes bête kirin.