Peykertraşê peykerê Zîlan çêkir hat girtin

Peykertraşê peykerê Zîlan çêkir hat girtin

Peykertraş Îsmaîl Dogan ê li goristana gerîlayên PKK û HPG'ê ya li Dêrsimê peykerê Zeynep Kinaci (Zîlan) çêkir, hat girtin.

Peykertraş Îsmaîl Dogan ê nasnameya birayê xwe bikar dianî, ku li goristana gerîlayên PKK û HPG'ê ya li Dêrsimê peykerê Zeynep Kinaci (Zîlan) çêkir û di 28'ê Îlonê de li gel du kesan hatibû binçavkirin û piştre serbest hatibû berdan, careke din hat binçavkirin û ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Îsmaîl Dogan ê duh danê êvarê li ber cihê kar a Şaredariyê hat binçavkirin, bi sûcdariya "Endametiya rêxistinê", "Bikaranîna agahiyên kesekî din" û "Veşartina nasnameyê" hat girtin.