Peyamên saziyan ji bo Newrozê

Saziyan bang li gel kirin ku li malên xwe, li şaneşînan Newrozê pîroz bikin.

Federasyona Elewiyan a Demokratîk (FEDA), Tevgera Jinên Azad (TJA) û Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi wesîleya Newrozê daxuyanî weşandin.

FEDA'yê destnîşan kir ku azadiyeke bi rûmet bi yekîtî û hevgirtinê dibe û bang li her kesî kir ku agirê Newrozê li hewşa xwe û kolanên xwe vêxin û Newrozê pîroz bikin.

TJA'yê jî diyar kir ku ew îsal nikaribin li qadan Newrozê pîroz bikin jî, li her cihê lê ne, li şaneşîn û camên xwe bi telefonan, bi lampeyan bi tilîliyan wê Newrozê pîroz bikin.

KCD'ê jî bi hêviya ku dawî li tecrîdê bê anîn, siyaseta demokratîk û çareseriya aştiyane pêkw ere Newroz li gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz kir.