Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Kizildereyê
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Kizildereyê
Peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a Kizildereyê
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di derbarê qetilkirina Kizildere ku Mahîr Çayan û 9 hevalên xwe hatin qetilkirin de payam şand û wiha got: "Em bimirovên ku ruyê wan sipî yên li Rojhilata Navîn ala ji mirovên Kizildere wergirtin û li dijî hişmendiya netewdewleta yekperest, komkujîparêz û hişmendiya bûrjûwayê bi baweriyek xurt bilind silav dikim."
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di 18'ê Adarê de dema heyata BDP'ê çû Îmraliyê ji bo salvegera 30'ê Adara 1972'an ku Rêberê THKP/C'ê Mahîr Çayan û 9 hevalên wî hatin qetilkirin bi riya Parlamenterê BDP'ê Sirri Sureyya Onder peyamek şand. Ocalan di peyama xwe de wiha got: "Hevalên Rêzdar, rêhevalên birêz, Her çend sal derbas bibin jî ne komkujiya li Kizildere pêk hat, têkoşîna azadiya gelê ku li ser Enetoliyayê dijî û ji bo jiyana wekhev, aştiyane û azad têkoşînê dide, ne jî kesên di cîhanê de ji bo têkoşîna wekheviyê û azadiyê li ser her buhustek ax jiyana xwe ji dest dan ji bîr kir. Şopa wan hêj ji ser vê axê neçûye. Dema em li vê paşeroja xwe dinerin aliye herî xemgîn, hevalên me yên herî dildarên aştî û azadiyê niha ne di nava me dene. Li ser erdnîgariya Enetoliyayê ji bo biratî, aştiyê stran gotin û soz dan. Ji bo aştî û rumetê çûn li ser axên perçeyên tin şer meşandin. Bi dengê hezar salan ê azadiyê. Bi dengê xwe, nivîsên xwe sazên xwe û çalakiyên xwe li dijî moderniteya kapîtalîst bûn bersîv.
Em hemû zanin 3 tiştên şêrîn ên moderniteyê hene. Kapîtalîzm, Netew Dewlet û Endustriyalizm e. Kesên li Kizildere mirin, bûn pêşengê dijberê pergala kapîtalîst moderniteyeyê. Mi berê jî gotibû kesên xwestin Rojhilata Navîn ku wekî baxçeyê gelan e bikin goristan, tekoşîna van hevalan bersiva herî baş e.
'EZ BANG LI HER KESÎ DIKIM KU DI RIYA AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ DE BIMEŞIN'
Ocalan di peyama xwe de bi berfirehî ev tişt anî ziman: "Ez ew kesên ku li hemberî modernîteya kapîtalîst, netew-dewlet û paşeroja wê ya tarî di erdnîgariya Rojhilata Navîn de bi keda xwe ya pak li Kizildereyê ew ala ku dewrî me kirine û li dijî feraseta bûrjûwa û pratîka wê ya qirkirinê ya netew-dewletê bi baweriyeke xurt derketine silav dikim. Ji bilî feraseta yekparêzî ya netew-dewletê ku li ser tunekirina neteweyan hatiye avakirin, em gihîştine dewra dawî ya aştiya di navbera gelên Kurdistan û Anatolyayê û kesên di vê riyê de jiyana xwe ji dest dane di serî de Mahîran û Denîzan ez diyarî hemû şoreşgeran dikim. Ez kesên li hemberî vê neyariya ku li ser gelan hatiye avakirin şehîd ketine, zarokên ku gorên wan jî nayên dîtin û jinên ku muhtacî vê mekanîzmayê hatine kirin û wê red dikin silav dikim. Em dê piştî ew serkeftina ku li hemberî vê modernîteya kapîtalîst a qirkirin û tunekirinê li ser gelê herêmê demeşîne bi dest bixin, hemû kesî dawetî meşa azadiya demokratîk û wekhevî ya li ser bingeha aştiyeke birûmet, di nav jiyaneke biratî ya hemû gelan, dikim. Ez bi van hestan şehîdên Kizildereyê bi rêzdarî bi bîr tînim."