Peyama Leyla Guven: Em ê teqez bi ser bikevin

Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye, peyamek şand civîna koma HDP'ê.

HDP'ê civîna koma xwe ya partiyê ya heftane pêk anî. Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku 97 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye, bi dîmen peyamek ji civînê re şand.

PEYAMA GUVEN

Peyama Leyla Guven wiha ye:

"Merheba ji we re hevalên hêja. Ez we hemûyan bi hesret silav dikim. Ya rast piştî berdanê me nekarî hev hembêz bikin. Bi rastî jî min bêriya we hemûyan kiriye. Lê weke ku hûn jî zanin em niha di nava berxwedaneke gelekî girîng de ne. Berxwedana me roj bi roj hinekî din deng vedide. Yên ku ji nedîtî ve tên jî aciz dike. Ji ber vê yekê çalakiya ku we doh li Stenbolê pêk anîn gelekî watedar bû. Bi rastî jî we nîşan dan ku şexsek 'ne zilam' e. Êdî şensê wî nîne ku bêje 'Ez ê nehêlim ku filan tişt bê kirin'. Ji ber ku li dijî gefên hatin xwarin hûn li wir bûn û we li ber xwe dan. Ez ji dil we hemûyan maçî dikim. Ez bi bawerim ku ev berxwedan wê teqez bi ser bikeve. Di vê rêyê de bêguman dibe hinek bikevin, lê belê ya girîng serketina armancê ye. Di vê mijarê de ez bi we û gelê me piştrast im. Em ê teqez bi ser bikevin. Pê bawer im ku hûn ê di vî karî de bi ser bikevin û bi hezkirin we silav dikim. Em ê teqez bi ser bikevin. Berxwedan Jiyan e hevalno!"