Peyama HDK'ê ya ji bo Newrozê

Desteya Rêveber a HDK'ê Cejna Newrozê pîroz kir û destnîşan kir ku wê têkoşînê û wezîfeya xwe ya avakirinê pêk bînin.

Desteya Rêveber a HDK'ê daxuyaniyek weşand û ragihand ku wê Newroza 2020'an bi coş û îradeyeke xurt a têkoşînê pêşwazî bikin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Newroz di heman demê de hilweşandina desthilatdariya zilmê û avakirina jiyana li ser bingeha wekheviya konfederal a civakan e."

HDK'ê diyar kir, Newroza 2020'an li dijî şer, zilm, newekhevî, zext û girtinê ji her demê bêhtir wê bibe dengê azadî û têkoşînê û ragihand, "Biryardariya gelên me ya li dijî polîtîkaya înkar û tinekirinê, israra ji bo jiyaneke nû û azad wê bidome."

Di daxuyaniyê de tecrîda gira a li Îmraliyê hate bibîrxistin û hate destnîşankirin ku Newroza 2020'an wê bibe îradeya mezinkirina têkoşîna li dijî tecrîdê.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di vê demê de ku em Newroza 2020'an pêşwazî dikin, azadî ji her demê bêhtir nêz e û radigihînin ku em ê bi vê hişmendiyê hîn bêhtir têbikoşin û wezîfeyên xwe yên avakirinê pêk bîninin."