Peyama Îba ji bo 4'ê Nîsanê: Tu bû roj, te da jiyîn û rizgarkirin
Yûsûf Îba yê di greva birçîbûnê de ye, bi wesîleya 4'ê Nîsanê peyamek da û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, "Tu bû roj; te da jiyîn û rizgarkirin."
Yûsûf Îba yê di greva birçîbûnê de ye, bi wesîleya 4'ê Nîsanê peyamek da û ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, "Tu bû roj; te da jiyîn û rizgarkirin."
Yûsûf Îba ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 83 roj in di greva birçîbûnê de ye, bi wesîleya 4'ê Nîsanê rojbûna Ocalan peyamek weşand.
'TU BÛ ROJ; TE DA JIYÎN Û RIZGARKIRIN'
Îba di peyama xwe de ji bo Ocalan got, "Yên ku rê nîşan didin gotin ku ez ê li bajarê pêxemberan ji dayik bibim û rizgar bibim. Dema ku ez li xwe digeriyam, min te dît."
Îba qala lêgerîna azadiyê kir û got, "(...) Dengên tên vê carê ne dengê êşê ye, lê awaza kêfxweşiyê ye. Ber bi dengên tên ve beziyam, ya ku lê digeriyam roj bû, kêm mabû min xwe bidîta, her ku dibeziyam rojê hembêza xwe vedikir, xak bi rehma xwe şîn dibû. Rondikên ji çavan dibariyan vê carê ne ji ber êşê bûn, ji bo kêfxweşiyê bûn.
Tu roj bû, ne tenê ji dayik bû, te da jiyîn û rizgarkirin.
Ez li zindanê bûm Zulkuf, Yonca, Zehra, li deştê bûm Tahîr, li çiyê bûm Halîl, li nava jiyanê bûm Arîn, di nava êgir de bûm Mazlûm, li nava berxwedanê bûm Kemal. Bi te re afirîm, bi te re min xwe dît."